HDP: Pêvajo hiqûqî nîne, siyasî ye

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, li ser binçavkirina parlamenterên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê de hat destnîşankirin, ku girtin û binçavkirin ne hiqûqî ne û hat gotin, "Eşkere ye, tifaqa Erdogan-AKP-MHP bi vê yekê re wekîlên me yên kampanya 'NA' a ji bo referandûmê dimeşînin, bêzar bike."

HDP'ê diyar kir, dadgerî û tifaqa AKP-MHP'ê, di heman demê de bi heman nêrînê dixebitin û wiha dewam kir:

"Di vê demê de, ku berdevkê me yê partiyê di binê çavan de ye, berdevkê hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş radibe dibêje 'pêvajoyeke hiqûqî heye û ev pêvajo bi rê ve diçe'. Bi vê daxuyaniyê re hewl dide berpirsyariya vî sûcî ji ser xwe bavêje. Pêvajo hiqûqî nîne, pêvajo siyasî ye. Mafê destnedana parlamenteriyê, bi rengekî diberiya destûra bingehîn û peymanên demokratîk ên navneteweyî hatiye rakirin. Dîlgirtina hevserokên me û parlamenterên me, li biryarên emsal ên Dadgeha Destûra Bingehîn nayê. Rakirina mafê destnedanê li dema bihurî hatiye vegerandin û di rewşa heyî de mafê destnedanê yê hemû wekîlên me hene. Berdevkê hikûmetê Kûrtûlmûş, tevî ku bi vê rastiyê dizane jî, bi zanebûn agahiyên şaş belav dike.

'TI DAXUYANÎ WÊ WAN JI BINÊ BARÊ BERPIRSYARIYA VÎ GUNEHÎ DERNEXÎNE'

Girtin û binçavkirin kiryarên hikûmetê ne; berpirsyariya siyasî jî li ser milê hikûmetê ye. Kûrtûlmûş bi gotina 'biryareke bi yek rengî nîne' li vê rastiyê mikur tê. Biryar kêfî ne, ji bo hilanîna tolê ne. Hevserokên me û hin wekîlên me bi rengekî kêfî li girtîgehê tên girtin, hin jî tên binçavkirin û berdan. Divê berdevkê hikûmetê zanibe, ku ti daxuyanî wê wan ji binê barê berpirsyariya siyasî ya vî gunehî dernexîne.

Yekane gotina rast a ku îro ji devê berdevkê hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş derket, gotina 'HDP şensek bû'. Erdogan û AKP, ji ber ku dîtin gel bi vê şensê hesiya ye, hewl didin wê ji holê rakin. Hebûna hêzeke demokratîk û tevgereke gel a ku dikare ji aliyê siyasî ve pêşî li wan bigire, kir ku ew dest bi operasyoneke li dijî siyaset û hiqûqê bikin. Bi dîlgirtin, girtin û binçavkirinan, hûn nikarin vîna me ya siyasî bişikînin û biguherînin. Bi gef û şantajê hûn ê nikaribin pêşî li karê me yê 'NA' yê di referandûmê de bigirin."