HDP: Operasyon çareserî nîne, krîz e

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê nerazîbûn nîşanî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê da û diyar kir, operasyon krîzê girantir dike.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, 'lêgerîn û rêbazên çareseriya pirsgirêkê ya bi rengê şer û tundiyê', sedema krîzên li welêt hemûyan e. HDP'ê da xuyakirin, desthilatdariya AKP'ê tevî vê yekê jî di polîtîkayên şer de israr dike û krîza li welêt girantir dike.

HDP'ê ragihand, şer neçareserî ye, welêt û civakê bêpaşeroj dihêle, çavkaniyên welêt diçikîne, bîlançoya mirina mirovan zêde dike û bang li desthilatdariyê kir ku ji vê şaşitiyê vegere.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şer neçareserî ye, israra di şaşitî û mirinê de ye, welat û civakê bêpaşeroj dihêle. Pêvajoya pirsgirêka Kurd nîşaneya berbiçav û giran a vê yekê ye. Polîtîkayên têkçûyî yên der barê Sûriyeyê de nîşaneya vê yekê ye.

Tevî vê yekê jî desthilatdariyê operasyoneke din a leşkerî li operasyonên ji sala 1983'an ve tên kirin zêde kiriye. Êrîşa bi leşkeran, balafir û helîkopterên şer ên li dijî Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê beriya her tiştî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Binpêkirina serweriya welatekî cîran e. Ya herî girîng jî hewldana ji bo girankirina pirsgirêkan e ku pêşî li aştiya civakî digirin."

HDP'ê bi bîr xist, heta niha bi heman armancê herî kêm 30 operasyon hatine kirin, ti pirsgirêk çareser nekirine û ji bilî çikandina çavkaniyên welêt û girankirina bîlançoya mirina mirovan bi kêrî tiştekî din nehatine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî vê yekê jî desthilatdarî di rêbazên leşkerî de israr dike ku ev yek tê wê wateyê; dixwaze paşeroja xwe bi rêya şer misoger bike."

HDP'ê destnîşan kir, çareseriya pirsgirêka Kurd bi şer û êrîşan nabe, bi afirandina bingeha 'lihevkirina civakî', diyalog û danûstandinan dibe. Di daxuyaniyê de bang li desthilatdariyê hate kirin ku dest ji vê şaşitiyê berde.