HDP: Li Xelfetiyê barbarî tê kirin

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan a û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, li Xelfetiyê li dijî gel êşkenceya bi barbarî hatiye kirin.

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê, parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, li ser hovîtiya li Xelfetiyê hate kirin û bi dehan kes hatin destgîrkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, li gundên Xelfetiyê herî kêm 38 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin destgîrkirin, destên wan ji pişt ve hatin kelepçekirin, mîna serdama navîn êşkence li wan hate kirin û hate gotin, kiryarên hatin kirin nîşan didin ku peymanên li dijî êşkenceyê yên Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî hatine betalkirin.

Ayşe Acar Başaran diyar kir, polîtîkaya êşkenceyê ya dewletê li Wan, Mêrdîn, Mûgla, Êlih, Riha û Amedê hatiye dîtin û got, "Me dît, wêneyên welatiyên ku hêzên ewlekariyê êşkence li wan kirin, bi zanebûn li çapemeniyê hatin weşandin. Me dît ku dewlet bi êşkenceyê, bi zilmê, tundiyê hewl dide hêza xwe nîşanî welatiyan bide."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em barbariya ku li Xelfetiyê rû da ji nêz ve dişopînin. Ji bo kesên ku tevlî vî sûcî bûne, polîs, tîmên taybet, leşker û yên ferman dane bên lêkolîn, em serî li saziyên dadgeriyê didin."