HDP li Norwêcê ji %50 ê dengan dixwaze

Mîna li gelemperiya Ewropayê, Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Norwêcê jî ji bo hilbijartinên giştî dest bi kar kirin.

Mîna li gelemperiya Ewropayê, Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Norwêcê jî ji bo hilbijartinên giştî dest bi kar kirin. Li Komeleya Çanda Kurdistanê ya li paytext Osloyê, bi armanca agahdarkirina hilbijêran û xebatkarên dildar ên hilbijartinê, civîneke gel hat lidarxistin.

Hilbijêrên li Norwêcê, pêwîste herî dereng heta 27'ê Adarê li Konsolosiyê qeyda xwe ya fermî bikin. Hilbijêrên qeydkirî wê di navbera 22-31'ê Gulanê saet ji 10:00 heta 19:00 li Konsolosiya Tirkiyeyê ya li Osloyê karibin dengê xwe bikar bînin. Di saetên bikaranîna dengan de wê wezîfedarên HDP'yî li ser sindoqan bin.

Ji xebatkarên HDP'ê yê li Norwecê Kerem Arda ji ANF'ê re peyivî û anî ziman ku li Norwêcê bi qasî 7 hezar hilbijêrên Tirkiyeyî hene û weke HDP armanca wan bi destxistina dengî herî kêm 3 hezar ji van hilbijêran e.

Di civînê de her wiha beşdar der heqê rewşa dawî ya li Kurdistanê de jî hatin agahdarkirin. Li ser navê KCD Hawar Tirbespî axivî û diyar kir ku hêzên YPG/YPJ li Til Temir, Qamişlo û derdora wê dest bi operasyoneke berfireh kirine û destnîşan kir ku heta herêma Kurd lê dijîn ji çeteyên DAIŞ'ê bê paqijkirin wê ev operasyon dewam bike.

Hawar Tribespî da zanîn ku serketina Kurdan a li Kobanê û gelemperiya Rojava li Ewropa û Cîhanê gelek derî li Kurdan vekiriye û got, "Welatên weke DYA û Fransa, bi nûnerên Rojavayî re hevdîtin kirin. Her wiha hin Şaredariyên li Danîmarkayê xwestin yekser alîkariyê bişînin ji YPG'ê re."

Tirbespî der barê hevdîtinên aştiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî agahî da û anî ziman ku mîna parçeyên din ên Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê jî hêza şer dike PKK ye, lewma hêza muzakereyê dike PKK ye.