HDP: Keya ne sîxurê desthilatdariyê ne

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Olûç nerazîbûn nîşanî Erdogan da ku sîxurtiyê li ser keyayan ferz dike.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sarûhan Olûç, li ser gotinên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên di civîneke ji bo keyayan de bilêv kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Olûç da xuyakirin ku banga Erdogan a ji keyayan re ku digot, 'li kîjan malê kî heye, ji rayedarên dewletê re ragihînin', hewldane ji bo xurtkirina meyla sîxuriya li nava civakê ye û got, "Serokkomar Erdogan bi vê bangê re di heman demê de dixwaze demokrasiya xwecihî ji holê rabike. Ji kesên li taxan tên hilbijartin gotin 'keya' watedar e. Ji ber ku keya tê wateya xweserî-serxwebûn. Lê Serokkomar bi vê daxwaza xwe re vê wateyê pûç dike û ji holê radike."

'PÊNGAVA ŞERÊ PSÎKOLOJÎK E'

Olûç ev rexne kir:

"Banga sîxuriyê ya Serokkomar li keyayan kir, bangek zerarê dide fonksiyona civakî ya keyayan e. Ji ber ku keya, qadeke girîng a rêveberiyên xwecihî, demokrasiya xwecihî ne. Ferzkirina sîxuriyê li ser saziyeke ku welatî jê bawer dikin û pê re rû bi rû têkiliyê datîne, pêngaveke şerê psîkolojîk e.

Keya, pêwîstiyên hevpar ên li taxê diyar dikin, kalîteya jiyanê ya li taxê bi pêş ve dibe, di karên der barê taxê de ji şaredariyê û saziyên cemaweriyê re nêrînên xwe radigihînin. Keya nûnerê gel ê hatiye hilbijartin e, ne nûnerê hêzên ewlekariyê yên dewletê ye. Di nava wezîfeyên keyayan de sîxurî nîne.

Keya ne dûvikê saziyên ewlekariyê ne. Ferzkirina roleke bi vî rengî li ser keyayan, tê wateya xerakirina aramiya li taxan û hejandina rewşa keyayan."