HDP: Ji bûyerên li Silopiyayê hikûmeta AKP'ê berpirsyar e

Di Rapora Silopiya ya ji aliyê parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê ve hatiye amadekirin de hat ragihandin ku ji bûyer û qewimînên li Silopiyayê yekser AKP berpirsyar e.

Di rapora ku înfaz û terora polîsan a li hemberî gel hat vegotin û hat destnîşankirin ku dewletê bi zanebûn Şirnex hilbijartiye. Di raporê de hat ragihandin ku di nava 8 salên dawî de li Şirnexê 1 jê pitik, 26 jê zarok bi giştî 53 welatiyên sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hatine qetilkirin. Di dawiya raporê de hat xwestin ku Mutabaqata Dolmabahçeyê bikeve meriyetê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Leyla Bîrlîk, Aycan Îrmez û Ferhat Encu, rapora li ser terora dewletê ya li Silopiyayê amade kirin, bi raya giştî re parve kirin.

Di destpêka raporê de hat ragihandin ku hikûmeta AKP'ê ya bi îdîaya çareseriya pirsgirêka Kurd dest bi meşa xwe kir, li şûna ku ji tecrûbeyên giran û bi êş dersê derxîne, zext û şîdet tercîh kiriye.

'BERPIRSYARÊ HEMÛ MIRINAN ERDOGAN Û AKP YE'

Di raporê de hat destnîşankirin ji ber stratejiya Erdogan û AKP'ê civakê li hemberî hev radike û bi vê yekê re dixwaze dengan werbigire, civak berdêleke giran dide û hat gotin, "Ji teqînên bombeyên berî û piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, ji bombeya li Pirsûsê hat teqandin û qetilkirina 32 ciwanan, ji mirina leşker, polîs, gerîla û welatiyên sivîl ên di rojên dawî de, Erdogan û hikûmeta AKP'ê ya demkî ku ji bo desthilatdariya xwe aştî kiriye qurban, berpirsyar in."

Di dewama raporê de hat gotin, "Ji ber tevgera bêdengkirin û tepisandinê ya dewletê li Şirnex û navçeyên wê daye destpêkirin 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi dehan mirov ji ber gule û bombeyên gazê bi giranî birîndar bûne. Di dema bûyeran û piştî wan de, di êrîşên PKK'ê yên li hemberî polîsan de 6 polîs û tîmekî tevgera taybet jiyana xwe ji dest dane. Bi awayekî vekirî derdikeve holê ku serdegirtinên polîsan ên li hin taxên Cizîr û Silopiayyê ji berê ve hatine plankirin û li ser maseya Serokwezîr hatine nîqaşkirin. Lewma ji kuştina sivîlan ên li Silopiya û Cizîr, di asta yekemîn de hikûmeta AKP'ê berpirsyar e."

Parlamenterê HDP'ê yên Şirnexê di rapora xwe de bibîr xistin ku bi tenê di nava 8 salên dawî de 1 jê pitik, 26 jê zarok bi giştî 53 welatiyên sivîl bi fîşekên rastî, bombeyên gazê, êrîşa hewayî û îşkenceyê yên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hatine kirin, jiyana xwe ji dest dane. Parlamenteran gotin, "Lêpirsîn û dozên der heqê qetilkirina 53 kesên jiyana xwe ji dest dan de hatin vekirin, hemû bi biryara neşopandinê û mafdarnîşandana kiryaran bi encam bûne."

Her wiha hat ragihandin ku ji 14'ê Nîsana 2009'an û pê ve li Şirnexê tevî parlamenter Selma Irmak û Faysal Sariyildiz, 6 şaredar, 21 endamên meclîsa şaredariyê, 5 encamên meclîsa giştî ya bajêr bi giştî zêdeyî 500 kes di çarçoveya 'operasyonên KCK' de hatin girtin

Di dewama raporê de hat gotin, "Xebatkarê arkujiyê Hamdîn Olaş ê 58 salî yê di dema serdegirtina polîsan de hewl dida şewata bi mala wî hatiye xistin vemirîne ji aliyê segvanan ve hat birîndar û li ser rêya nexweşxaneyê ji ber polîsan gule li wesayîta ew tê de bû reşandin jiyana xwe ji dest da. 

Mehmet Hidir Tanboga yê 17 salî, ji ber gulereşandina polîsan birîndar bû û ew jî li ser rêya nexweşxaneyê ji ber polîsan gule li wesayîta ew tê de bû reşandin, jiyana xwe ji dest da. Yên di wesayîtê de hatin binçavkirin.

Di bûyerên ku danê nîvro dijwartir bûn de, ji 5 kesên birîndar bûn bavê 3 zarokan Kamûran Bîlîn (27) ê ji sînga xwe birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Bavê Kamûran Bîlîn Cemal Bîlîn anî ziman ku kurê wî li ber deriyê mala xwe hatiye qetilkirin."

DAXWAZ

Di beşa encamê ya raporê de ev daxwaz hatin kirin: "Li pêşberî vê xeteriyê, divê parlament tavilê dest ji betlaneyê berde û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku pirsgirêkeke dîrokî ye, vîneke cidî, samîmî û bi biryar destnîşan bike. Li ser vê bingehê divê tavilê mercên girtîgehê yên Birez Ocalan ku yek ji aktorên bingehîn ên siyasî ye pêvajoya muzakereyê û çareseriyê ye bê sererastkirin, bi awayekî ku karibe muzakereyan çêtir bimeşîne rewş were başkirin, li dora pîvanên Mutabaqata Dolmabahçeyê li hev kombûn çêbibe, operasyonên leşkerî û siyasî werin sekinandin û dawî li kuştin û êrîşên li hemberî Kurdan bê anîn.

Her wiha ev cînayetên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hatine kirin, divê ji aliyê komîsyoneke serbixwe ve were lêkolînkirin û berpirsyar derkevin pêşberî dadgeriyê.