HDP: Ji bo Giyadînê bila her kes dengê xwe bilind bike

HDP'ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Giyadînê da û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê talanker e, faşîst e. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê kes bêdeng nemîne."

Hevberdevkên Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê Hediye Karaaslan û Salîm Kaplan li ser desteserkirina Şaredariya Giyadînê daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de gelê Giyadînê bi fedakariyeke mezin bi rêjeya 56.82 ji sedî îradeya xwe di asteke bilind de nîşan da, lê belê zîhniyeta faşîzan nekarî xwe li vê yekê rabigire.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Hevşaredara wan a Giyadînê Betul Yaşar bi lêdanê hatiye destgîrkirin û hate gotin, "Li Giyadînê êriş li dijî şaredariya gel, demokratîk hatiye kirin, êriş li dijî karên jinan hatiye kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev rejîma bêçare, welê lê hatiye ku êdî deriyê şaredariyan jî dişikîne. Bi şikandina derî nikarin îradeya gel teslîm bigirin."

HDP'ê bang li her kesî kir ku li dijî vî sûcê li hemberî mirovahiyê dengê xwe bilind bike û heta darbeya "tayînkirina karmendan li şûna îradeya gel" bi dawî bibe têkoşînê li her qadê bilind bikin.