‘HDP ji bo gelan şanseke’
‘HDP ji bo gelan şanseke’
‘HDP ji bo gelan şanseke’
Parlementerê BDP’ê yê Agiriyê halîl Aksoy diyar kir ku HDK û HDP ji bo hemû gelan şanseke.
Parlementerê BDP’a Agirî Halîl Aksoy li pêş Damezrandina Giştî ya HDK’ê ya ku li Enqereyê dewam dike ji ANF’ê re axivî.
Aksoy diyar kir li Tirkiyê demek dirêje muxalefeta bingehîn ne hatiye rêxistinkirin û wiha got: “Lê belê ev bi HDK’ê hate xalekî giring. HDK’ê di nava hêzên demokrasî de giringiya xwe parast. Ev yek di pêvajoya hilbijartinê girtina wê ya berçav bi fêdeye. Ji ber vê sedemê pêwiste giringiya hilbijartinê baş bê nirxandin. Dema ku vêna bi kartînin, pêwiste rêxistinbûna xwe pêşbixin û dîtinên xwe danin hole. Ji sîstemê, pêkhatinan, ji polîtikayên şer û yên ku ji polîtikayên rendê ne razîne hatina wan ya li gel hev giringe. Ji bo muxalefeta bingehîn ya Tirkiyê pêwiste ji bo van ti rêyên din ne yêne dayîn. Ji ber vê sedemê yekbûna HDK û HDP’ê ji bo gelên li Tirkiyê şanseke.”
Aksoy ku bi bîr xist hinek ji parlementerên BDP’ê çûne HDP’ê û wiha got: “ Bi tevlîbûna van hevalên me re HDP’ê di parlementoyê de ji bo bihîstina dengê xwe cihekî giring digire. Ji ber vê yekê ev çêkirine ji aliyê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê ve giringe, ji bo rêxistinekî demdirêj berdewam bike di alikarî kirinê de giringe. Ez ji bo gelê me dibêjim pîroz û ser xêrê be.”