HDP’iyan destgîrkirinên li Êlihê protesto kirin

HDP’iyan êrîşên polîsên Tirk ên roja Duşemê yên li Êlihê yên li ser avahiyên HDP’ê yên li ên navçe û bajêr protesto kirin.

Bi serdegirtinan Hevserokên Bajêr ên HDP’ê Fatma Albay û Omer Kûlplû û Hevseroka Navçeyê ya Navendê ya HDP’ê Gûrbet Dogan destgîr kiribûn.

Ji bo bertek nîşanî van destgîrkirinan bidin li ber avahiya navçeyê daxuyanî hate dayîn.

Daxuyanî di bin dûrpêça polîsan de hate dayîn. Polîsan gefa desgîrkirinê li kesên ku xwestîn li ser avahiyan jî temaşe dikin xwar.

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca diyar kir kû wan qet li ber gefên wan serî ne tewandî ye û natewînin. Ûca got: “Bi îxbarekê bi ser avahiyekê de bigrin û hûn nikarin hevalên me bigrin. Yên ku vê bê hûqûqiyê dikin her wê nêzîk yan dûr li ber hiqûqê hesab bidin. Yên ku di rojekê de bi sedan hevalên me destgîr kirîn bila bizanibin ku berî niha we bi hezaran kesên me girtine, lê em hîn bi hêztir bûn.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Zext nikarin bi me” bi dawî bû.