HDP'iyan bi Komîsera Mafên Mirovan a Elmanyayê Bärbel Kofler re hevdîtin kirin

Heyetek ji HDP'iyan ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî di nav de bûn, bi Komîsera Mafên Mirovan a Elmanyayê Bärbel Kofler re hevdîtin kir.

Heyeta ji Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Alîkariya Hevserokan a ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Feleknas Ûca û Nûnera HDP'ê ya Berlînê Leyla Îmret, bi Komîsera Mafên Mirovan a Elmanyayê Bärbel Kofler re hevdîtin kir.

Şandeya HDP'ê derheqê operasyon û êrîşên li ser partiya wan, biryara DMME'yê ya li ser Hevserokê berê Selahattîn Demîrtaş, Doza Kobanê û fezlekeyên têkilî vê dozê yên wekîlên HDP'ê bi Kofler re axivîn.

Hevserokên HDP'ê xwestin di serî de hikûmeta Elmanya, yên welatên endamên YE'yê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re li ser esasê demokrasî, mafê mirovan û serweriya hiqûqê deynin.