HDP: Hikûmet bi ‘sifir toleransê’ nêzî mafên mirovan dibe!
HDP’ê têkîldarî Roja Mafên Mirovan daxuyanî da, got, “Tirkiye di binpêkirina mafên mirovan de hê jî yek ji serekeyên cîhanê ye” û banga têkoşîna hevpar li gelan kir.
HDP’ê têkîldarî Roja Mafên Mirovan daxuyanî da, got, “Tirkiye di binpêkirina mafên mirovan de hê jî yek ji serekeyên cîhanê ye” û banga têkoşîna hevpar li gelan kir.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Ewqas sal di ser re derbas bûn, lê mixabin, ji milê binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn, Tirkiye yek ji serekeyên cîhanê ye. Ji hêla sazî û rêveberên dewletê hê nayê qebûlkirin ku mirov ji ber mirov e mafê xwe hene û destlênedanên xwe hene.”
‘JI MAFÊ MIROVAN RE SIFIR TOLERANS!’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di serî de mafê jiyan û aştiyê, pêvajoyeke ku her kêlî mafên mirovan ên bingehîn tên binpêkirin heye û wiha hat gotin, “Hikûmeta Erdogan-AKP’ê, helwesta ji bo mafên mirovan ên bingehîn ‘sifir tolerans’ ji xwe re qebûl kirine. Bi Rewşa Awarte û Biryarnameyên wê ve mafên bingehîn tên betalkirin. Hevserokên me yên giştî, parlamenterên me, rêveberên me, siyasetmedarên me yên li rêveberiyên xwecih, bi awayekî bêhiqûqî li girtîgehan dîlgirtî ne.”
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev gotin;
“Bi biryardarî domandina têkoşîneke ku ji bo welatek û civakeke ku mafên mirovan nayên binpêkirin, îro wezîfeya tevahî demokrat, kesên xwedî wijdan, hêzên aştîxwaz, azadîxwaz û kedê ne. Banga me ya di 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan de ew ku ji bo binpêkirina mafan bê bidawîkirin, divê têkoşînek hevpar, li gel hev û mil bi mil bê dayîn.”