HDP: Hewldana dagirkirina Efrînê ne ya qebûlkirinê ye

HDP'ê destnîşan kir ku gefên Serokkomarê Tirk Erdogan ên li dijî Efrînê ne yên qebûlkirinê ne.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li her kesî kir ku li ber şer rabin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi têkbirina hebûna leşkerî ya DAÎŞ'ê re ji bo Sûriyeyê pêvajoya çareseriya siyasî dest pê kiriye, lê belê Erdogan bi daxuyanî û gefên xwe pêşî li vê pêvajoyê digire.

HDP'ê diyar kir, Erdogan paşeroja desthilatdariya xwe ya şexsî weke paşeroja Tirkiyeyê nîşan dide û bi operasyoneke mezin a xapandinê hestên neteweperestiyê geş dike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan û tifaqa wî ji bo rewşa xwe ya tengav ji holê rake, gefa dagirkirinê li Efrînê dixwe û bi rêya hêza xwe ya medyayê jî rastiyan berevajî dike.

REJÎMA ERDOGAN NIKARE XWE LI TÊKÇÛNA DAÎŞ'Ê RABIGIRE

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Efrînê Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî û Asûrî di rêveberiyên meclîsê de tên temsîlkirin û yek ji kêm cihan e ku aştî lê heye û ji şer hatiye parastin.

HDP'ê bi bîr xist ku Efrînê zêdeyî nîv mîlyon penaber di nava xwe de hewandiye û bi vî rengî yek ji bajarên ewle ye ku tevî ambargo û şert û mercên giran ên şer jî nehiştiye zerareke mezin lê bibe.

Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin ku ji bilî DAÎŞ'ê ji nava axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ti carî êrîşek li Tirkiyeyê nebûye û hat gotin, "Berdevkên rejîma Erdogan nikarin xwe li têkçûna koma barbaran DAÎŞ'ê rabigirin. Nikarin qebûl bikin ku gelê Kurd xwe bi rê ve dibe."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser pêvajoyên Soçî, Astana û Cenevreyê ku çareseriya siyasî lê tê nîqaşkirin û hişyarî hate dayin ku di pêvajoyeke wiha de eger êrîş li Efrînê were kirin wê şerê li Sûriyeyê bi salan dirêj bibe û bandorê li qadeke berfireh bike.

HDP'ê da xuyakirin ku gefên Erdogan ên ji bo dagirkirina Efrînê ne yên qebûlkirinê ne û got, "Hewldaneke bi vî rengî ya dagirkirinê wê maliyeteke giran li gelên Tirkiyeyê bike. Pêşîgirtina li vê yekê mîna duh îro jî wezîfeyeke me ya bingehîn e."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû aştîxwazan, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hate kirin ku li ber vê hewldana şer û şîdetê ya desthilatdariya Erdogan rabin.