HDP-HDK: Em dê ji kolanan bersiva siyaseta nijadperestî bidin
HDP-HDK: Em dê ji kolanan bersiva siyaseta nijadperestî bidin
HDP-HDK: Em dê ji kolanan bersiva siyaseta nijadperestî bidin
Rêxistina HDP’a Stenbolê û Meclisa Herêma 2’mîn ya HDK’ê tahliye nekirina parlementerên BDP’ê li Qada Galatasarayê protesto kirin.
Di protestoya ku pankarta “ji gelan re wekhevî, ji parlementerên me re azadî” vekirîn de sloganên “Vîna şoreşger nayê dîlgirtin”, “Ji gelan re wekhevî, ji parlementerên me re azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” , “Bijî wekheviya gelan” qîr kirin. Daxuyanî ji aliyê rêvebera HDP’a Bajar Fatma Înce ve hate xwendin.
Înce da diyarkirin ku, di bin kîsê hiqûqî de siyasetekî nijadperestî tê kirin û anî ziman ku, ew weke HDP û HDK dê li dijî biryarên bi vî awayî ên dijminahiya gelan dikin rawestin.
Înce bilêv kir ku, ew vê biryara siyasî qebûl nakin û Dadgeha Cezayê Giran ya Rayeya Taybet ya Amedê bi vê helwesta xwe sinorê rayeya xwe derbaz kiriye. Înce da diyarkirin ku, ev biryar li dijî azadiya fikir, xwe rêxistinkirin û siyasetê ye û got: “ Girtina demdirêj û nemafane cûrek yê înfaza bêdaraze. Gelê Kurd dê vê biryara ku wekîlên wan ji wan qut dike û vîna siyasî tune dihesibîne, siyaseta demokratîk asteng dike û Tirkiyeyê ber bi kaosê ve dibe qebûl nake.” Înce destnîşan kir ku, “Yan AKP dê vê biryarê biparêze yan jî li gorî pêwîstiyên pêvajoya ‘çareseriyê’ pêngavan biavêje.” Înce xwest hemû parlementerên eniya BDP’ê û siyasetmedarên BDP’ê, girtiyên siyasî bêne berdan.
LI KURDISTANÊ ZAGONÊN MÊTÎNGERIYÊ TÊNE FERZ KIRIN
Piştî Înce Hevserokê HDP’a Bajar Şamil Altan girt bibîrxist ku, dadgeha Tirkiyeyê ya Parlementerê CHP’ê Mustefa Balbay vedigerîne meclisê dema mijar tê parlementerên BDP’ê polîtîkayên dîl girtinê berdewam dike. Altan anî ziman ku, li dijî vê parlementerên HDP’ê li Meclisa Tirkiyeyê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.
Altan aşkera kir ku, di 90’mîn avabûna Meclis û Makezagonê de, makezagona vî welatî jib o qismekê derbaz dibe jib o qismekê jî derbaz nabe, ev rewş karekterê dewletê baş soje dike. Altan destnîşan kir ku, Makezagon jib o Kurdan derbaz nabe, dewlet ji bo gelê Kurd hiqûqek taybet ya mêtîngerî pêktîne. Li Kurdistanê hiqûqa mêtînger derbaz dibe. Altan got: “Li aliyekê li sinorê Rojava dîwaran çêdikin, li aliyê din li Geverê zirarê didin goran. Gelê ku bertekê jî nîşan dide înfaz dike, aha ev ji te re zagonên mêtîngerî.”
EM DÊ VAN JI DIFNÊN XWE DERXÎNIN!
Altan anî ziman ku, heta pevçûnên navxweyî ên navbera Hikumet û Cemaetê de jî li ser kurdan hatine meşandin û wiha bang li hikumet û cemaetê kir: “Em dê vana yek û yek ji bin difnên xwe derxînin. Tişta ku parlementerên HDP’ê daye destpêkirin, ji me re gotiye derkevin kolana, derkevin kolana û makezagona faşîst ya 12’ê Îlonê biqetînin. Ji vê şûnde em dê bi milyonan derkevin kolana û makezagonê biguherîn.”