Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

HDP Frankfurt ji bo birin û anîna dengdêran amade ye

Dengdana li Frankfurtê dewam dike. Rêveberên HDP'yî ji dengdêrên ku nikarin bikin cihê dengdanê xwest xwe bigihînin wan ku karibin alîkariyê bidin.

Li Konsolosxaneya Tirk a Frankfurtê dengdan dewam dike. 144 hezar dengdêrên li eyaleta Hessenê wê dengê xwe bidin. Ji bo dengdanê li kêleka konsolosxaneyê kon hatiye vedan. Li vî cihê dengdanê, nava hefteyê 10, dawiya hefteyê jî 12 sindoq tên danîn. Çavdêrên HDP'yî jî li ber her sindoqê hene.

'JI HER ALÎ VE EM AMADE NE'

Roja destpêkê zêdeyî 2000 dengdêrî dengê xwe dan. Tê payin ku dawiya hefteyê dengdan zêdetir be. Berdevkên HDP'ê gotin, "Ji her alî ve me amadekariyên xwe temam kirine. Divê gelê me bê û demek ji ya din zûtir dengê xwe bide. Li ber her sindoqê hevalên me yên çavdêr hene. Bila gelê me nekeve nava ti şik û gumanan."

Dengdêrên HDP'yî yên li bajarên Frankfurt, Giessen, Darmstadt, Freiburgê bi rengekî konvoyê hatin û deng dan.

'YÊN NIKARIN BIÇIN BILA XWE BIGIHÎNIN ME'

HDP'yiyan ji bo mirovên derfetên xwe nînin, ji bo yên nexweş û extiyar wesayit amade kirin. Ji kesên ku derfetên çûyina cihê dengdanê nîne hate xwestin ku xwe bigihînin xeta hilbijartinê ya HDP'ê ya Frankfurtê: (Mehmet Taşkale, 01578 6225078)