HDP: Erdogan bi rêya darazê dixwaze heyfa xwe ji Demîrtaş hilîne

HDP’ê diyar kir ku daraza Tirk ji bo ku heyfa Erdogan ji Demîrtaş hilîne nehiqûqiya xwe didomîne û got, hesabê vê teqez wê were pirsin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku bi arestekirina Erdogan nehiqûqiya li dijî Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş tê girankirin.

HDp di daxuyaniya nivîskî de got: "Li dijî destûrê û peymanên demokratîk ên navnetewî Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş xistine girtîgehê, ev helwesta kêfî, derî şêwaz û tolhildêr a li ser Hevserokê me berdewam dike. Herî dawî du kirinên ku heta niha mînakên vê nehatine ditin, vekirî nîşan didin ku daraz hatiye rewşeke wiha ku bi temamî  alîgir e, pêgirî ye û ji hêla rejîma Erdogan ve tê birêvebirin."

'NE HIQÛQÎ, SINCÎ Û ÛCDANÎ YE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di doza Enqerê ya Dadgeha Cezayê Giran ê 19. de û di dosyaya Dadgeha Cezayê Giran ê 2. de, yê bi hejmara 2017/500 ji bo Demîtaş nayê gotin, 'ji ber sûcên ku di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de hatine kirin' û ti doz nehatiye vekirin. Sîsika qanûna rakirina destlênedanê ew e ku wekîlên ku beriya 20’ê Gulana 2016’an fezleke li ser wan hene dikarin werin darizandin. Derbarê Demîrtaş ti fezlekeyeke ku bibe mijara vê darizandinê nehatiye hazirkirin. Ji hêla hiqûqî ve ne pêkan e ku Demîrtaş, ji mirinên bûyerên 6-8’ê Cotmehê berpirs were dîtin û darizandin. Hem naveroka daxwaza yekkirinê û hem jî biryara yekkirinê bi temamî kêfî ye û bi wê armancê ye ku hedef nîşan bidin. Arestekirina medyaya Qesrê ye û berdewamiya operasyona çêkirina têgihiştinê ye. Ti hêla wê ya hiqûqî, sincî û ûcdanî nîn e."

'HELWESTA LI DIJÎ SEGBÎSÊ'

Di daxuyaniyê de hate gotin Hevserokê wan Selahattîn Demîrtaş li gel ku red kiriye ku ew bi rêya SEGBÎS’ê biçe rûniştinê jî, biryar hatiye dayin ku bi zorê wî tevlî rûniştina bi SEGBÎS’ê bikin û hate gotin, "Ev biryara ku di hiqûqê de cihê wê nîn e nayê qebûlkirin."

'HESABÊ VÊ WÊ WERE PIRSÎN'

HDP herî dawî got: "Şandeyên du dadgehêna jî hem ji hêla hiqûqî ve hem ji hêla ûcdanî ve nikarin serbixwe werin qebûlkirin. Bi arestekirinan û zexta siyasî tevdigerin. Ji bo hewesta tolhildanê ya Erdogan têr bikin hewl didin. Hesabê van helwestan hem ji hêla hiqûqa navxweyî ve û hem ji hêla hiqûqa navnetewî ve wê were pirsîn."