HDP: Em ê nehêlin ku Êzidî werin koçkirin

Parlementerê HDP’ê Nîmetûllah Erdogmûs got ku “Em ê destûrê nedin ku tu hêzek Êzidiyan ji ser axa wan bide koçberkirin.”

Hevberdevkê Gelan û Baweriyan ê HDP’ê û parlementerê HDP’ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûs îro daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê destûrê nedin ku gelê Êzidî ji ser axa xwe werin koçberkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Êzidiyên gundê Kelhokê yê Bişêriya Êlihê yên ku di sala 1992’an de neçar man ku dev ji axa xwe berdin, piştî 27 salan xwestin vegerin ser axa xwe. Di sala 2001’î de di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi ser ketin û xwestin axa xwe werbigirin. Lê ji ber vê daxwaza wan şîddet li wan hate kirin û zext li wan hate kirin. Berê jî Êzidiyên li gundê Bişêrî, Wêranşar, Midyad û Nisêbînê jî xwestibûn vegerin ser axa xwe û lê hin malbatên mafyatîk ên ku xwe dispartin hêza dewletê gef li Êzidiyan xwaribûn.

Zextên li ser Êzidiyan bi tenê ne li ser gundekî ye. Zext li ser baweriya wan e. Ev zext dûmahîka qirkirinên li ser Êzidiyan e.

Ev êrîş ji aliyê kê were, berpirsê pêşîn dewlet e. Ji bo pêşîlêgirtina van lîstikên qirêj divê gavên qanûnî werin avêtin. Ji bo ku Êzidî karibin vegerin ser axa xwe divê tevdîr were stendin û ewlehiya can û malê wan were mîsogerkirin.

Em bang li hemû sazî, rûspî, saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û ronakbîran dikin ku bila li hemberî êrîş û zextên li ser Êzidiyan dengê xwe bilind bikin.

Em ê nehêlin ku tu kes Êzidiyan ji ser axa wan a qedîm bide koçkirin.”