HDP: Em dorpêç û sûcên mirovahiyê ji bîr nakin

HDP bi daxuyaniyekê ya di salvegera qirkirinê de da got: “Em sûcê mirovahiyê ji bîr nakin.”

Hevserokê Giştî yên HDP’ê Pervîn BÛldan û Sezaî Temellî têkildarî salvegera ragihandina qedexeya derketina derve ya li Cizîrê û Silopya ya di 14’ê Kanûna 2015’an de daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Daxuyaniya HDP’ê wiha ye:

“Di civîna 30’ê Cotmeha 2014’an de Desteya Ewlehiya Millî (MGK) konspeta ‘Plana têkbirînê’ xist dewrê û şer da destpêkirin. Di çarçoveya vê planê de Walîtiya Şirnexê ‘qedexeya derketina derve ya bêdem’ di 14’ê Kanûna 2015’an de ragihand. 4 sal bi ser komkujiyê re derbas bû. Desthilata AKP’ê tenê bi qedexeyê sînor nema û li van bajarên qedexe lê hatin ragihandin mafê mirovan, ewlehî û azadiya wan jî bi awayê herî giran hatin binpêkirin.

LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛCÊN BÊHEJMAR HATIN KIRIN

Bi sedan welatî hatin qetilkirin. Sûcên li dijî mirovahiyê yên bêhejmar li dijî mirovan hatin kirin. Li dijî gelê Kurd sepanên bêhiqûqî xistin dewrê û xwestin gelê Kurd û siyaseta wan were tasfiyekirin. Qedexeya derketina derve herî zêde bandora xwe li ser Cizîrê kir û di serdema dorpêçkirinên Cizîrê de zarok û jin jî di nav de herî kêm 292 hatin kuştin û şewitandin. Di serî li Şirnexê û li gelek navendên din bi deh hezaran însan cih û warên xwe hatin koçberkirin. Bajarê qedîk ku xwedî dîroka hezarê salan e hat hilweşandin.

KUJER Û SÛC BÊCEZA HATIN HIŞTIN

Gelek sazî û dezgehên netewî û navnetewî bi raporên amade kirin bêhiqûqî û binpêkirina mafên mirovan ên giran raxistin ber çavan. Tevî vê yekê jî kujerên ku sûcên giran ên li dijî mirovahiyê kirin bêceza hatin hiştin. Dosyeyên têkildarî kuştina mirovan bêencam man. Di dosyeyan de ti pêşketin pêk nehat. Desthilata AKP’ê ji bo ew leşker û polîsên ku sûcên giran kirin, neyên cezakirin qanûnên taybet derxist û xistin dewrê. AKP cezakirina kujeran asteng kir.

Di serî de desthilat û her kesê hevkariya van sûcên giran kir wê helbet rojek derkeve pêşberî daraz û hiqûqê hesab bide. Em wek HDP’ê di wê serdemê de jî li dijî wê zilm û li dijî zilma îro jî li ser gelê Kurd tê birêvebirin bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ji bo van bajaran tê birêvebirin bernedin.

Em carek din hemû qûrbaniyên wê zilmê bibîr tînin. Em ê Dayika Taybet, Cemîle Çagirga, Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Pakîze Nayîr, Sêvê Demîr, Mehmet Yavûzel û bi dehan qurbaniyan ji bîr nekin.”