HDP: Em destekê nadin Tezkereya Serokatiyê

Serokwekîlên Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Sarûhan Olûç daxuyaniyek dan û wiha gotin; “Rû bi rû mayîna bi êşên li vê xakê hatin jiyîn erkê mirovên li xakê dijîn e.”

Serokwekîlên Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Sarûhan Olûç daxunaniyek nivîskî dan û diyar kirin ku ew destekê nadin tezkereya serokatiyê ya hatî amade kirin.

Daxuyaniya Serokwekîlên Koma HDP’ê wiha ye; “Em difikirin ku rêya rû bi rû bûyîna ‘Karesata Mezin’ ya di dîrokê de bi biryarên wiha yên li meclîsên welatên cuda re derbas nabe. Ne yasaya ku li Kongreya DYE hatî qebûlkirin û ne jî belavoka li vir hatî amadekirin ne li heqîqetê digere û ne jî xizmetê ji bo pêçandina birînan dike.

Êşeke wiha mezin ku desthilatdarên navnetewî ji bo amûran bikaranîn hewldanên wiha rast nabînin. Tişta em bikin astengkirina manevrayên wiha ne. Ev mimkûn e û pêwîstiyeke.

Em hemû xisûsên girêdayî êşa mezin a gelê Eremnî li vî welatî dixwazin bi azad were lêkolînkirin û gotûbêjkirin. Ev êş û pirsgirêk yên me ne, yê gotûbêj bike jî em in. Eger em bi van êşan re rû bi rû bibin em dikarin birînan bipêçin.

Em bi bawerin ku gotûbêja bi azad û parvekirina êşan ji bo aştiya civakê xwedî girîngiyeke mezin e.

Ev meclîs dikare ji bo vê pêşengiyê bike û divê bike. Em amadene ku di vê mijarê de her sûdê bidin û berpirsyartiyê bigrin.”