HDP: Em cezayê li Zeydan hatiye birîn nas nakin

Parlamentera HDP'yî Ayşe Acar Başaran got, ew biryara li parlamenterê wan Abdullah Zeydan hatiye birîn nas nakin.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, li ser cezayê girtîgehê yê 8 salan ê li Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan hatiye birîn, daxuyaniyeke nivîskî da.

Başaran da xuyakirin ku 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi îdîayên bê delîl 8 sal, mehek û 15 roj cezayê girtîgehê li Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan birî ye, ku ji 4'ê Mijdara 2016'an ve girtî ye.

Başaran diyar kir ku li ser sûcdariyên di gilînameyê de hatine kirin lêkolîna pisporan nehatiye kirin û parêzerên parastin kirine jî ketine ber lêpirsînê.

Başaran da zanîn ku gilîname li ser biryara desthilatdariyê hatiye amadekirin û anî ziman, cezayên li parlamenterên HDP'yî tên birîn gavên ji bo xistina parlamenteriya wan e.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Ayşe Acar Başaran got, "Ev biryara ku ji aliyê dadgeriya bi desthilatdariyê ve girêdayî hatiye dayin, ji bo me û ji aliyê pîvanên hiqûqa demokratîk a gerdûnî û di nava gel de ti hukmê xwe, ti qîmetê xwe nîne. Em bi ti awayî hurmetê nîşanî dadgeriya ku ev biryar dane, nadin."