HDP'ê xwest li ser Komkujiya Parîsê komîsyona lêkolînê ava bibe

Parlamentera HDP'yî Feleknas Ûca li ser Komkujiya Parîsê pêşnûmeya lêkolînkirinê da û got, "Ji bo tedbîr li dijî planên sûîqestê yên li hemberî mûxalîfan bê girtin, ev gelekî girîng e."

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca, li ser Komkujiya Parîsê pêşnûmeyeke lêkolînkirinê da.

Di pêşnûmeyê de, belge û qeyda deng a li ser komkujiyê beriya niha eşkere bûn hate bibîrxistin û bal hate kişandin ser îfadeyên rêveberên MÎT'ê yên ji aliyê PKK'ê ve hatine girtin.

Hat ragihandin ku rêveberên navborî yên MÎT'ê dane xuyakirin ku rêveberekî MÎT'ê yê bi navê dewletê tevlî hevdîtinên Îmraliyê bûye, plana kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kiriye.

Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku lêkolînkirina komkujiya li Parîsê rû da, ji bo girtina tedbîran li dijî planên sûîqesta li dijî mûxalîfan ku dema dawî di rojevê de ye, gelekî girîng e.

Di pêşnûmeyê de hat gotin, "Ji bo eşkerekirina hêzên ku di kuştina sê siyasetmedarên Kurd de cih girtine û ronîkirina komkujiyê, em pêşniyar dikin ku komîsyoneke lêkolînê bê avakirin."