HDP'ê şerha mûxalefetê danî ser rapora penaberên Sûriyeyê

HDP'ê şerha mûxalefetê danî ser rapora penaberên Sûriyeyê

Parlamenterê HDP'ê û endamê Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclîsê Aktaş, şerha mûxalefetê danî ser rapora komîsyonê ya li ser konbajaran ve hat amadekirin û got, "AFAD'ê bi xwe ragihand ku li gorî daneyê wan 190.233 kes derbasî vî aliyê sînor bûne; lê belê tiştekî balkêş e ku ji bo ev mirov xwe lê bistirê stargehek û ji bo xwe xwedî bike, tiştek ji wan re nehatiye dayîn." Aktaş xwest, pêwîstiyên mirovan ên stargeh, xizmetên tenduristiyê, xwarin, paqijî û derman ji aliyê dewletê ve werin tedarikkirin û hîn bêhtir pere ji rêveberiyên herêmî re bê veqetandin.

Rapora Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê ya li ser konbajarên li Mêrdîn-Mîdyad, Riha, Wêranşar û Pirsûsê hat amadekirin, li şerha mûxalefetê ya endamê komîsyonê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş rast hat.

'AFAD'Ê BI TÊRKERÎ NAVENDÊN JI KONAN Û STARGEHAN AVA NEKIR'

Aktaş diyar kir, ku nêzî 250 hezar jê li kampan, bi qasî 2 mîlyon mirovên ji Sûriyeyê hatine li Tirkiyeyê dimînin, beşeke mezin a ji vî 2 mîlyonî jin, zarok û mirovên extiyar in. Aktaş da zanîn, ku bi taybetî mirovên li derveyî kampan dijîn ji mafên bingehîn ên stargeh û tenduristiyê bêpar in û ragihand, ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, hejmareke zêde mirov koçî Pirsûsê û tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê kirine.

Aktaş da xuyakirin, ku AFAD'ê li Pirsûsê bi têrkerî navendên ji konan û stargehan ava nekiriye û destnîşan kir, ku bi giştî li 2 kampên AFAD'ê bi tenê ji 6100 kesî re xizmet tê dayîn. Aktaş got, "AFAD'ê bi xwe ragihand ku li gorî daneyê wan 190.233 kes derbasî vî aliyê sînor bûne; lê belê tiştekî balkêş e ku ji bo ev mirov xwe lê bistirê stargehek û ji bo xwe xwedî bike, tiştek ji wan re nehatiye dayîn."

Aktaş bibîr xist ku li 4 kampên bi koordîneya Şaredariya Pirsûsê û tevkariya şaredariyên herêmê hatine avakirin 9.000 kes, li navenda Pirsûsê 15.800 kes û li gundên Pirsûsê jî 16.000 bi giştî 40.800 kes bi derfetên navçeya Pirsûsê xwe jiyana xwe dewam dikin. Aktaş anî ziman ku Pirsûs hema bêje bi du qatan zêde ji mirovan re xizmetê dide.

HEJMARA KOÇBERÊN LI RIHA Û BAJARÊN DERDORÊ

Aktaş der barê hejmara koçberên li navenda Riha û bajarên derdorê de, ev agahî da:

"PIRSÛS : 40.800 kes
NAVENDA RIHAYÊ: 30.000 Kes
CURNÊ REŞ : 3.000  Kes
SÊWEREG: 4.000   Kes
BÊRECÛK: 12.000  Kes
HEWENG: 10.000 Kes
XELFETÎ: 6.000 Kes
SERÊKANIYÊ: 600 Kes
WÊRANŞAR: 1.300 Kes
BI GIŞTÎ: 113.100 Kes

KOÇBERÊN LI BAJARÊN DERDORÊ

AMED: 11.000 Kes
MELETÎ: 3.500 Kes
MÊRDÎN: 4.000 Kes
SEMSÛR: 5.500 Kes
DÎLOK: 4.000 Kes
BI GIŞTÎ: 28.000 Kes"

'JI BO MEHÊN ZIVISTANÊ TI AMADEKARÎ NÎNE'

Aktaş da xuyakirin ku li gorî lêkolînên wan kêm zêde 141.100 koçber li Riha û bajarên derdorê hatine tespîtkirin û got, "Her çend xebateke hesas tê meşandin jî hînê hejmara 190.233 a AFAD'ê ragihandiye nehatiye tespîtkirin. Ji bilî kêm yan jî zedehiya vê hejmarê, ya divê were nirxandin helwesta AFAD'ê ye ku heta niha ji bo koçberan neketiye nava ti amadekariyan û xebatan. Her çend tê gotin ku amadekariya çêkirina kampeke mezin li Pirsûsê tê kirin jî, heta vê kêliya ku mehên zivistanê destpê kirin, hînê xebateke şênber xuya nebûye."

Aktaş di metna şerha mûxalefetê de pêşniyarên xwe xist rêzê û xwest, Tirkiye tavilê astengkirina sînorî ya Peymana Cenevreyê ya li ser Statuya Hiqûqî ya Penaberan a 1951'ê rake û dawî li cihêkariya Ewropî/Ne Ewropî bîne. Aktaş her wiha xwest, qertên nasnameyê yên li gorî Rêvebernameya Parastina Demî bên belavkirin û di serî de tenduristî û perwerde, alîkariya civakî û hemû mafên din, bêyî cihêkarî bêkirin bi awayekî wekhev were naskirin.

'JI BO RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ ALÎKARIYEKE XURT A PEREYÎ'

Aktaş di dewama metna xwe ya şerha mûxalefetê de got, "Li gorî pîvana dewleta civakî, divê pêwîstiyên 2 mîlyon Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê yên stargeh, xizmetên tenduristiyê, xwarin, paqijî û derman ji aliyê dewletê ve bê dayîn,

Di serî de Şaredariyên ji welatiyên ji Şengal û Kobanê hatine re malovaniyê dikin ji rêveberiyên herêmî alîkariyeke xurtir a pereyî ji budçeya navendî bê veqetandin,

Stargehên li gorî mercên zivistanê bên avakirin."