HDP’ê nerazîbûn nîşanî derbeya li meclîsê da
HDP’ê got ku “Wê darbekar biçin. Em ê tu carî vê darbekariya faşîst û bê exlaq qebûl nekin.”
HDP’ê got ku “Wê darbekar biçin. Em ê tu carî vê darbekariya faşîst û bê exlaq qebûl nekin.”
Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê derbarê desteserkirina parlementeriya parlementera HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari û ya Enîs Berberoglûyê CHP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HDP’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Meclîs a ku divê bibe navenda îradeya demokratîk a gelên Tirkiyeyê, bû şahidê darbeyeke din. Tifaqa AKP û MHP’ê destnedana parlementerên me Mûsa Farisogûllari û Leyla Guven û ya parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû xist.
Di sala 1994’an de jî destnedayina parlementerên DEP’ê hatibû xistin û ji wan rojan heta îro parlementeriya 27 parlementeran hate xistin.
Em ê tu carî vê darbekariya faşîst û bê exlaq qebûl nekin. Navê vî tiştî darbeya faşîst e. Ev darbe tê wateya dijminatiya li hemberî îradeya gel.
Ev darbe li dijî ‘Belgeya helwesta demokratîk’ a ku Hevserokên me eşkere kiribû û li dijî banga me ya ‘têkoşîna hevpar û yekgirtî’ bersivek e. Desthilatdarî careke din ji hêz, siyaset û projeyên me yên çareseriyên ji bo Tirkiyeyê ditirse.
Ev êrîş wê vîn û biryara me ya têkoşînê zêdetir bike. Em ê dev ji çeperên demokrasiyê bernedin. Sekinandina vê êrîşa li dijî gelên me, peywira hevpar a mûxalefetê ye. Em bang li hemû kesan dikin ku xwedî li vê peywirê derkevin.
Wê darbekar biçin! Em ê bimînin!”