HDP’ê li Swêdê lez dan xebatan
HDP, ji beriya hilbijartina 16-17’ê Hezîranê pêk were, ji bo helbijêran bigihîne ser sindoqan û ji bo di hilbijartinê de serketî derbikeve li Swêdê lez dan xebatên xwe.
HDP, ji beriya hilbijartina 16-17’ê Hezîranê pêk were, ji bo helbijêran bigihîne ser sindoqan û ji bo di hilbijartinê de serketî derbikeve li Swêdê lez dan xebatên xwe.
Ji aliyekê ve komîteyên ku hatine hilbijartin, dikan û mal tên ziyaretkirin, li aliyê din ji bo bi hezaran name hatin şandin.
Li semtan ji bo xebatên hilbijartinê dengdêr bên agahdarkirin stand tên vedan. Di saetên şevê de jî Kurdistanî û dostên wan li qada semta Sollentûna ya Stokcholmê ku piranî Tirkiyeyî û Kurdistanî lê dijîn, alên HDP’ê û afîş hatin qaliqandin.
Belavok li dengdêran hatin belavkirin û daxwaz hate kirin ku deng bibin HDP’ê.
Ji Komîteya Hilbijartinê ya HDP’ê Hasan Bozlak ê têkildarî xebatên hilibijartinê ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê di warê siberoja Tirkiyeyê de ji hilbijartinê din cuda ye û ji bo vê xebatên xwe hê aktîftir bi rê ve dibin.
Bozlak anî ziman ku li Swêdê 39 hezar dendêrên tomarkirî hene û got: “Em xwe digihînin dengdêrên HDP’ê. Eger em di nava van 10 rojên mayî de bi heman tempoyê kar bikin, em ê AKP’ê têk bibin.”
Ji bo dengdana hilbijartinê li Kîsta Fûarî ya li derveyî Stockholmê di 16-17’ê Hezîranê de saet 09:00’an destpê dike heta 21:00’an dom dike.