HDP’ê li Silopyayê buroya hilbijartinê vekir

Xebatên HDP’ê yên têkildarî hilbijartinên zordest ên 24’ê Hezîranê didome. Duh li navçeya Silopî ya Şirnexê buroya hilbijartinê hate vekirin. Wekîla HDP’ê Ûca axivî û got; “Serok Selahattîn gelê Silopî dibêje temam.”

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Feleknas Ûca, rêveberên HDP’ê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navçe û bajarê Şirnexê bi gel re civiyan û  li Silopyayê beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Bi sedan kes li Taxa Nûh a Silopyayê li hev civiyan û li pêşiya avahiya buroya hilbijartinê govend gerandin. Jin, zarok û ciwanan eleqeyek mezin nîşanî vekirina buroya hilbijartinê dan û di dema govendê de hatin û çûyîna wesayîtên zirxî bal kişand.

Di vekirina buroya hilbijartinê de Wekîla HDP’ê Ûca axivî û di şexsê Dayika Taybet, Sêvê Demîr û Pakîze Nayîr de hemû hemwelatiyên di qedexeya derketina derve ya li Silopyayê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî û wiha got; “Em ji serok Selahattîn re dibêjin ku gelê me yê Silopyayê di mîtîngê de îradeya xwe nîşan daye. Em jî dibêjin ji vir em silav ji Edîrneyê re dişînin.”

Ûca got ku dayik û ciwan yên li dijî zilim û zextan têdikoşin li vê herêmê kom bûne û berxwedana gelê Silopyayê silav kir û wiha domand; “Em ê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li dijî şîddet, şer, faşîzm, komkujî , talankirinê serê xwe rakin û bibêjin we çi kir çi ne kir. We gundên me şewitand, we di nava 4 dîwaran de em rehîn girtin. We cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li nava kolanê hişt. We gelê me di jêrzemînan de bi saxî şewitand. Lê gelê me tevî van hemûyan serî netewand û bi berxwedanê li îradeya xwe xwedî derket. Gelê Kurd ev e.”

Ûca qala îradeya gelê Silopya ya di hilbijartina 7’ê Hezîranê de jî kir û ji gelê Silopyayê pirsa wê çiqas deng derkeve gel got ‘Di hilbijartinan de sed ji sedî em ê deng derxînin’ Ûca jî got; “Serok Selahattîn gelê Silopî dibêje temam.”

Piştî axaftinê Ûca û Dayikên Aşitiyê bi hev re buroya hilbijartinê vekirin.