HDP’ê li Meclîsê çalakiya ‘Em nikarin hilmê bistînin’ li dar xist

Parlementerên HDP’ê ji bo George Floydê li DYE’yê hatibû qetilkirin, li meclîsê çalakiyek li dar xist.

Parlementerên HDP’ê ji ber qetilkirina George Floydê yê li DYE’yê li Desteya Giştî ya Meclîsê çalakiya ‘Em nikarin hilmê bistînin’ li dar xist.

HDP’ê dovîzên navê kesên qetilbûyî hilda. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ev cînayet ne ji ber hêrseke ji nişka ve ye, ev ji ber cihêkariya bi sedan salan e.

Beştaş diyar kir ku li Tirkiyeyê jî her sal gelek kes ji aliyê polîsan ve tê qetilkirin û got, “Ji ber nasname, çand, fikr û baweriya xwe ev kes tên qetilkirin. Wekî li Emerîkayê li Tirkiyeyê jî em nikarin hilmê bistînin.”

Beştaş diyar kir ku ev kes ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin, “Kemal Kûrkût, Festûs Okey, Abdûllah Dûran, Medenî Yildirim, Ethem Sarisuluk, Berkîn Elvan, Ûgûr Kaymaz, Tebrîz Dora, Ceylan Onkol, Alî Hemdan, Dîlek Dogan, Cemîle Çagirga, Kadrî Çakmak, Mûhammed Aydemîr, Orhan Aslan, Ûgûr Kûrt, Baran Tûrsûn, Emrah Gezer, Nîhat Kazanhan, Hande Şeker, Soner Çankal, Pakîze Hazer, Mûhammed Yildirim, Fûrkan Yildirim, Enes Ata û Efe Bûlûttekîn.”