HDP’ê li gelek bajaran ji bo Denîz Poyraz sersaxî qebûl dike

Piştî qetilkirina xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz a di encama êrîşeke li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê û şûn de, HDP’ê li gelek bajaran sersaxî qebûl dike.

Di 17’ê hezîranê de kujer Onur Gencer avêt ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê û endama HDP’ê Denîz qetil kiribû. Ji wê rojê ve hêrsa li dijî qetilkirina Poyraz kêliyek jî kêm nebûye û her ku diçe zêdetir dibe.

Îro jî li gelek navandan rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan ji bo bîranîna Poyraz li avahiyên xwe şîn danîn û bi daxuyaniyan ku dan bertek nîşanî qetilkirinê dan. 

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Agiriyê, li avahiyên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Yenîşehîr û Rezanê yên Amedê, Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê, Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Sêrtê, Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê, Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê, rêxistinên navçeyên Cizîr, Silopiya, Hezex, Elkê û Basa yên Şirnexê, Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê, Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Geverê li avahiyên xwe ji bo Poyraz şîn danîn û serdanên sersaxiyê qebûl kirin.  

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û welatî çûn serdana avahiyên HDP’ê û ji HDP’ê re sersaxî xwestin.