HDP'ê li dijî binpêkirina mafan banga têkoşînê kir
HDP'ê diyar kir ku AKP mafê jiyanê ji Kurdan re nahêle û piştgirî da berxwedanê. HDP'ê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û banga têkoşîna hevpar kir.
HDP'ê diyar kir ku AKP mafê jiyanê ji Kurdan re nahêle û piştgirî da berxwedanê. HDP'ê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û banga têkoşîna hevpar kir.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin ku Tirkiye di rewşeke gelekî dûrî mafên mirovan de ye û hat destnîşankirin ku di serî de mafên 'jiyan' û 'aştiyê' hemû mafên bingehîn ên mirovan di her kêliyê de li Tirkiyeyê tên binpêkirin.
HDP'ê da zanîn ku maf û azadiya raman, bawerî, rêxistinbûyîn, civîn, xwepêşandan, xebata însanî, jiyana li xwezayeke çê û azadiya zayendî derbên mezin li Tirkiyeyê dixwin.
'LI ÎMRALIYÊ TECRÎDA LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DEWAM DIKE'
HDP'ê diyar kir ku hemû peymanên navneteweyî yên hatine morkirin, li Tirkiyeyê yek bi yek hatine binpêkirin û destnîşan ku ji Nîsana 2015'an û vir ve bi sedan mirov bi plankirî hatin kuştin, rastî îşkenceyê hatin, sûcên nefretê û cihêkariyê hatin kirin û qetilkirina jinan zêde bûn. HDP'ê da xuyakirin ku girtiyên nexweş mîna dîlgirtiyan li girtîgehan tên ragirtin û got, "Li Îmraliyê ev 8 meh in tecrîdeke giran a li dijî mirovahiyê tê meşandin."
'MAFÊ JIYANÊ YÊ GELÊ KURD TINE TÊ HESIBANDIN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bûyerên li Bakurê Kurdistanê diqewimin û hat gotin, "Li navçeyên Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Mûş û Colemêrgê bi rengekî ku hemû mafên mirovan Û hiqûqa gerdûnî were binpêkirin bi rojan derketina derve tê îlankirin û hêzên ewlekariyê serî li rêbazên şerê taybet didin. Kolan tên dorpêçkirin, extiyar, ciwan, jin ûz arok tên qetilkirin. Gel bi rojan bê av, xwarin û elektrîkê tên hiştin. Ji hemû pêwîstiyên xwe yên bingehîn bêpar dimîne û neçarî koçberiyê tê hiştin. 'Mafê Jiyanê' ji bo Kurdan tine tê hesaibandin."
Di daxuyaniyê de xwedî li berxwedana gel hat derketin û hat gotin, "Mîna li her devera cîhanê, li Tirkiyeyê jî mirov li dijî binpêkirina mafên mirovan, mafê xwe yê berxwedanê bi kar tînin. Em dizanin ku yekane rêya xwedîderketina li nrixên mezin ên mirovahiyê, xurtkirina têkoşîna demokratîk a li dijî desthilatdariya siyasî ye."