HDP'ê kesên ku hatibûne qetilkirin bi bîr anî

HDP di merasîma cenazeyê Vedat Aydin de kesên ku hatine qetilkirin bi bîr anî û got, ''Hêzên dewletê gelê ku bi sedhezaran kesî pêşwazî li Veday Aydin kirî tehemmûl nekir û 8 mirovên me qetil kirin.''

Partiya Demokratîk a Gelan bi daxuyaniyeke niviskî kesên ku di cenazeyê Vedat Aydin de hatine qetilkirin bi bîr anî.

HDP'ê got qetilkirina Vedat Aydin, ku yek ji kuştina pêşî ya kiryar nediyar e, bûye destpêka pêvajoyeke dîrokî.

Di daxuyaniyê de her wiha hate goitn merasîma cenaze ya 10'ê Tîrmeha 1991'ê ya  li Amedê bi tevlêbûna bi sed hezaran mirov çêbûye û ev bû yek ji serhildna herî mezin a dîroka Kurdistanê. Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê got, ''Hêzên dewletê ku çavnebarî kirin û êrîş birin ser gel, ku bi sed hezaran mirovî Vedat Aydin pêşwazî kirin, li gel reşand, bû sedema qetilkirina 8 mirovên me û birîndariya bi sedan mirovên me.''