HDP'ê ji bo rûniştina doza Yuksekdag banga tevlîbûnê kir

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Taşdemîr got, "Gotinên Yuksekdag gotinên me ne" û ji bo rûniştina doza lê tê darizandin banga tevlîbûnê kir.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniyek da çapemeniyê û ji bo rûniştina doza li dijî Fîgen Yuksekdag a ku parlamenterî û hevserokatiya wê hate betalkirin, banga tevlîbûnê kir.

Taşdemîr got, "Di 4'ê Tîrmehê de em ê bi reng û dengê xwe li Edliyeya Enqereyê bin. Em xwedî li têkoşîna Fîgen Yuksekdag derdikevin. Em li pey gotinên Fîgen Yuksekdag in."

Di daxuyaniyê de Taşdemîr got, "Roja 4'ê Mijdara 2016'an operasyoneke qirkirina siyasî hate kirin û ev yek darbe bû. Ji ber vê darbeya siyasî, hevserokên me jî dinav de 15 hevalên me hatin binçavkirin û 10 hevalên me hatin girtin. Di operasyonên dîlgirtinê de hevseroka me Fîgen Yuksekdag bû hedefa lînca siyasî ya taybet. Parlamenterî û endametiya wê ya partiyê hate betalkirin. Hewl hate dayin ku li medyayê jî bê lînçkirin."

Taşdemîr diyar kir, di şexsê Yuksekdag de êrîş li HDP'ê, li têkoşîna jinê tê kirin û got, "Dixwazin gelê Kurd di têkoşîna aştî û demokrasiyê de bi tenê bihêlin. Ji bo vê polîtîkayê mehkûm bikin û careke din daxwaza edaletê bixwazin em bang li hemû jinan dikin: Di 4'ê Tîrmehê de em Yuksekdag bi tenê nehêlin."

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got, "Gotinên Yuksekdag gotinên me ne" û bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl û jinan kir, ku di 4'ê Tîrmehê de li gel Yuksekdag amade bin. Taşdemîr di dawiya axaftina xwe de got, "Hêvîdar im wê dadgerî ji vê pozîsyonê vegere û biryara azadkirina hevalên me bide."