HDP'ê ji bo rakirina 'Paketa Ewlekariyê ya Hundir' qanûn pêşniyar kir
HDP'ê ji bo rakirina 'Paketa Ewlekariyê ya Hundir' ku rê li ber gelek kuştinên bêdaraz vekir, qanûnek pêşniyar kir.
HDP'ê ji bo rakirina 'Paketa Ewlekariyê ya Hundir' ku rê li ber gelek kuştinên bêdaraz vekir, qanûnek pêşniyar kir.
Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, ji bo 'Qanûna Ewlekariya Hundir' bi temamî ji holê were rakirin, qanûnek pêşniyar kirin.
Bûldan û Balûken diyar kirin ku ji sala 2007'an dema qanûnîbûna 'Paketa Ewlekariya Hundir' û vir ve, 179 sivîl bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dane û ti ji berpirsyarên van kuştinan nehatine cezakirin.
Bûldan û Balûken ragihandin ku naveroka 'Paketa Ewlekariya Hundir' li dijî Destûra Bingehîn, li dijî Peymanên Navneteweyî yên ku Tirkiye aliyekî wê ye û li dijî biryarên Dadgeha Mafên Mİrovan a Ewropayê ye.
QANÛNA HAT PÊŞNIYARKIRIN
Bûldan û Balûken ev qanûn pêşniyar kirin:
"XAL-1 Qanûna Selahiyet û Wezîfeya Polîsan a bi hejmara 6653 a 27.03.2015'an ku di nava raya giştî de weke Qanûna Ewlekariya Hundir tê zanîn, Qanûna Erk, Wezîfe û Rêxistina Jenderme û Qanûna li ser Pêkanîna Guhertinên di hin Qanûnan, bi temamî ji meriyetê hatiye rakirin.
XAL-2 Ev qanûn ji roja hat weşandin û pê ve dikeve meriyetê.
XAL-3 Hikmên vê qanûnê ji aliyê Desteya Wezîran ve tê birêvebirin.
SEDEMÊN XALAN
XAL-1 Qanûna Selahiyet û Wezîfeya Polîsan a bi hejmara 6653 a 27.03.2015'an ku di nava raya giştî de weke Qanûna Ewlekariya Hundir tê zanîn, Qanûna Erk, Wezîfe û Rêxistina Jenderme û Qanûna li ser Pêkanîna Guhertinên di hin Qanûnan, ji ber ku pîvana cudahiya navbera hêzan tine dihesibîne, erkên bê sînor dide polîsan, azad û mafên kesan asteng dike, li dijî Destûra Bingehîn, li dijî Peymanên Navneteweyî yên Tirkiye jî aliyê wê ye û binpêkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye, hatiye xwestin ku bi temamî bê rakirin.
XAL-2 Xala birêvebirinê.
XAL-3 Xala rêveberan."