Wekîla HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Endamê DRN’ê Gulsum Agaoglu ve Endamê MP’ê Bereket Kar, bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê civînek li dar xistin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de ku li avahiya navenda giştî ya partiyê hate xwendin, hate diyarkirin ku ‘’Tirkiye, di van pênc salên dawî de bi penaberiya girseyî re ku bi taybetî ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyane, hevrû ye. Nêzîkî 300 hezar penaberên ku ji Sûriyeyê hatine, li 11 bajaran û 22 navendan, li wargehên di bin kontrola dewletê ne, ji 3 milyona zêdetir jî ji derveyî qeydê û bi awayekî ji hev belave, li bajarên cihê yên Tirkiyê, bêderfet jiyana xwe didomînin.’’
DIVÊ ÇI WERIN KIRIN?
Di daxuyaniyê de hate gotin ku penaberî ne hilbijartinek, lê encamek e û di berdewamiyê de hate diyarkirin ku, ‘’Ji ber sedema piştgiriya leşkerî, madî û lojîstîk ya ji bo çeteyên hov û tecawizkar DAIŞ’ê, Tirkiye û hikûmeta AKP’ê berpirsyarê sereke ye.’’
Di daxuyaniyê de, ji ber sedema polîtîkayên penaberiyê, li gel AKPWê hêzên navneteweyî jî hatin rexnekirin û daxwaz bi vî rengî hatin rêzkirin:
- Divê sînora Tirkiyeyê, ku li gor ‘’Peymana Cinêwê ya Pêwendî Statûya Hiqûqî ya Penaberan’’ daniye were rakirin,
- Divê pirsgirêkên tenduristî, vehewîn, perwerdehiya bi zimanê dayikê, têkildarî heqê kar ên penaberên ku ji Rojhilata Navîn, Sûriyeyê, Rojava û Şengal û ji deverên ku şer lê heyî, hatine, bi saziyên civakî, rêveberiyên xwecihî, rêxistinên girseyî ên demokratîk re werin birêvebirin.
- Divê polîtîka li dijî istîsmar, destavêtin, tundî û polîtîkayên zayendîparêz werin pêşxistin,
- Divê xebat li dijî gotinên kînî, zimanê cihêkar û mêtingeriyê yên arasteyî penaberan, werin kirin.
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Di heman daxuyaniya ku tê de hatibû gotin,’’ Rejîma Parastinê ya Demkî ku li Tirkiyê ji bo penaberan tê sepandin hem li dijî hiqûqa mafên mirovan û hem jî li dijî Destûra Bingehîn e’’ ev peyam jî hatin dayin:
‘’Lêkolînên ku dibêjin piraniya penabarên ku ji Sûriyeyê hatine wê venegerin û mayinde bibin, pêdivî bi nirxandinên berfireh tîne. Ji niha ve divê di çarçoveya hiqûqa hemwelatîbûnê de nêzîkatiyên li mijarê were kirin û di nav vê çarçoveyê de, divê em bi penaberan re têkilî deynin, wekî hemwelatiyên wekhev, li ser bingehê çareserkirina pirsgirêkên me yên hevpar, em bikaribin siyasetê bikin. Nêzîkatiya me ya polîtîk ya li hemwelatiyên me ku dewletê ew bê statû hiştine û wan wekî amûrekî dibîne, wê bi wî rengî be ku em qadên têkoşînê berfireh bikin û penaberên ku ji Sûriyeyê hatine vexwînin qada têkoşînê û wê hewldana bi hev re avakirina jiyaneke azad û wekhev be.
Ji bo penaberên ku dixwazin li welatê xwe vegerin jî bi navbeynkariya Xaça Sor û rêxistinên navdewletî û sivîl, bi avakirina korîdorên derbasbûnê, vegerîn divê were pêkanîn.
Partiya me di Roja Penabaran a Cîhanê de wekî hedefeke siyasî daniye ber xwe ku şert û mercên penaberên ku biryara xwe dane li welatê me bimînin, wekî hêmaneke sereke ya vî welatî bêne dîtin, bi pir nasnameyî, pir çandî, di nav aşitiyê de jiyanekê pêk bîne.
Li gorî wateya vê meha Remazanê ya ku niha em tê de ne, li dijî desthilatdariya AKP’ê ku penaberên ji Sûriyeyê hatine ji sifreyên xwe diqewirîne, em sifreya xwe ya fitarê, parvekirina nan û ava xwe wekî peywireke mirovî dibînin.”