HDP’ê Encamnameya MP’yê aşkera kir
HDP’ê Encamnameya MP’yê aşkera kir
HDP’ê Encamnameya MP’yê aşkera kir
HDP’ê encamnameya civîna Meclîsa Partiyê (MP)’yê aşkera kir û bal kişand ku hikûmeta AKP’ê dixwaze Tirkiyeyê li gorî îdeolojiya xwe biguherîne. HDP’ê got: “Hedefa sereke ya AKP’ê ev e ku kevirê bingehîn ê desthilatiya xwe ku dixwaze sîstema serokatiyê bi qanûnan pêk bîne, deyne.” HDP’ê di encamnameyê de têkildarî “pêvajoya çareseriyê” got: “Heta ku bingeha mekanîzmayên muzakereyan û qanûnan pêk neyê, pêvajoya çareseriyê jî nikare pêş bikeve.” HDP’ê der barê polîtîkayên derve yên hikûmeta AKP’ê de got ku polîtîkayên AKP’ê bin ketine û Berxwedana Kobanê bandoreke mezin li vê kiriye.
Meclîsa Partiyê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) encamnameya civîna xwe ya ku 7’ê Kanûnê pêk anî aşkera kir.
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku di pêvajoyeke krîtîk a ber bi hilbijartina 2015 ve diçin, beşeke mezin a kongreyên navçeyan ên partiyê hatine kirin, wê heta dawiya Çileyê kongre jî bi dawî bibin û ji bo hilbijartina 2015 amade bin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku HDP dikare bi muxalefetên civakî yên berfireh re were gel hev û bi vî awayî tevlî avakirina hikûmeta 2015 bibe.
AKP DIXWAZE PIRANIYÊ BIXE DESTÊ XWE
HDP’ê got: “Di pêvajoya li pêşiya me de, em ê pêşniyarên ‘Banga Jiyana Nû’ û demokrasiya radîkal esas bigirin, em ê li her derê Tirkiyeyê li dijî hewldanên otorîterbûnê bi daxwazên edalet û wekheviyê bi derdorên berfireh re bibin yek.”
Partiya Demokratîk a Gelan di encamnameya xwe de got: “Hedefa sereke ya AKP’ê ev e ku kevirê bingehîn ê desthilatiya xwe ku dixwaze sîstema serokatiyê bi qanûnan pêk bîne, deyne.”
HDP’ê di encamnameyê de bal kişand ser biryarên têkildarî Şêwirmendiya Perwerdeya Neteweyî û hişmendiya desthilatiya AKP’ê bi vê yekê aşkera bûye. HDP’ê di encamnameya xwe de cih da nirxandinên têkildarî hilbijartinê û diyar kir ku benda hilbijartinê ya ji sedî 10 ku ji berhema derbeya 12’ê Îlonê ye û hikûmeta AKP’ê xwedî lê derdikeve, were rakirin û hemû partî bikarin bi awayekî wekhev sûdê ji alîkariyên xezîneyê bigirin.
'HDP TEMÎNATA ÇARESERIYÊ YE'
Her wiha hate destnîşankirin ku HDP temînata pêvajoya çareserî û bêpevçûnan e û got: “Heta ku bingeha mekanîzmayên muzakereyan û qanûnan pêk neyê, pêvajoya çareseriyê jî nikare pêş bikeve.” HDP’ê der barê polîtîkayên derve yên hikûmeta AKP’ê de got ku polîtîkayên AKP’ê bin ketine û Berxwedana Kobanê bandoreke mezin li vê kiriye.
Di berdewamê de hate diyarkirin ku divê pêvajo tenê bi polîtîkayên hikûmetê nemeşe, divê hêzên muxalefetê jî tevlî pêvajoyê bibin û ev yek wê gelek girîng be û wiha hate gotin: “Ji ber ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstiya Tirkiyeyê demokratîkbûneke radîkal û ji binê ve heye.”
'EM Ê TÊKOŞÎNÊN KED NASNAME Û EKOLOJIYÊ BIKIN YEK'
Di berdewama encamnameyê de hate destnîşankirin ku wê HDP têkoşînên ji bo ked, nasname û ekolojiyê bibin yek û têkildarî butçeyê wiha hate gotin: “Butçeya ku ji bo ewlekariyê hate veqetandin, nîşaneya polîtîkayên ewlekarîperestiyê yên hikûmeta AKP’ê ye.” Di encamnameyê de hate diyarkirin ku HDP wê têkoşîna wekhevî û azadiyê mezin bike. HDP’ê got: “Partiya me têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî û azadiya jinan, ji bo aştiya civakî bidomîne.” Her wiha hate diyarkirin ku wê HDP ji bo aştiya herêmê û aştiya navnxweyî têkoşîna xwe bidomîne
'EM Ê LI GEL TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK A ROJHILATA NAVÎN BIN'
Di encamnameyê de wiha hate gotin: "Partiya me polîtîkayek li ser bingeha vîna gelên herêmê helwesteke polîtîk esas bigire, ji bo kantonên Rojava di qada navneteweyî de werin naskirin, ji bo mayîndekirina têkiliyên bi Rojava û Başûr re, wê têkoşîna xwe bidomîne. Partiya me wê li dijî hêzên emperyal û desthilatên herêmê, wê li ba têkoşîna ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk cihê xwe bigire. Em ber bi hilbijartinên sala 2015'an ve diçin, HDP we ê ji bo Tirkiye û gelên herêmê bi berdewam bibe hêviya ji bo guhertin û veguhertina demokratîk. Banga me ya ji bo Jiyana Nû ji bo hemû mirovên Tirkiyeyê ye."