HDP’ê der barê Wezîr Babacan de pêşniyazpirs da

HDP’ê bi sedema polîtîkayên aboriyê yên şaş birê ve birine der barê Alîkarê Serokwezîr Babacan de pêşniyazpirsek da.

HDP’ê bi sedema polîtîkayên aboriyê yên şaş bi rê ve birine, der barê Alîkarê Serokwezîr Babacan de pêşniyazpirsek da.

HDP’ê bi sedema polîtîkayên aboriyê yên şaş bi rê ve birine der barê Alîkarê Serokwezîr Babacan de pêşniyazpirsek da. Di pêşniyazpirsê de wiha hat gotin, "Di encama polîtîkayên aboriyê yên şaş de, enflasyon û bêkarî zêde bû, TL nirx winda kir, welat ketiye bin rîskê."

Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken û Parlamenterê Şirnexê Hasîp Kaplan, ji ber nirxê dolar zêde dibe, mudaxeleya li hember Bankaya Navendî û bê îqtîkrariya siyasî aborî ketiye rîskê der heqê Alîkarê Serokwezîr û “Berpirsyarê Koordînasyona Giştî yê di Mijarên Aborî de” Alî Babacan pêşniyazpirsek da.

Balûken û Kaplan di sedema pêşniyazpirsa xwe de gotin pevçûna faîzê ya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a bi Bankaya Navendî re didome, xemsarî û bêdengiya hikûmetê û her wiha ku tedbîrên bi bandor nagire dolar rekoran dişkîne.