HDP’ê Beyannameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî diyar kirin ku di hilbijartina 31’ê Adarê de ew ê bi ser bikevin. Hevserokan Leyla Guven silav kirin û gotin “Em ê tecrîdê bişkînin.”

HDP’ê Beyannameya Hilbijartina Herêmî ya di 31’ê Adarê de bi tevlêbûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê, namzetên hevşaredariyê, saziyên sivîl ên civakî û nûnerên saziyan, bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Di beyannameya hilbijartinê ya HDP’ê de ev xal derketin pêş:

“31’Ê ADARÊ REFERANDÛMA DEMOKRASIYÊ YE

Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê, dê ji bo demokrasî û rêveberiya herêmî veguherîneke mezin bide destpêkirin û ev hilbijartin her wekî din li dijî qeyûm, feraseta tekparêz û otorîter jî wek referandûmeke demokrasiyê ye. Tifaqa AKP-MHP’ê eger di hilbijartinê de têk biçe, baş dizane ku sîstema serokatiyê û rejîma nû dê têk biçe, lewma vê hilbijartinê wek hilbijartina “man û nemanê” dibîne. Lê em baş dizanin ku tu pirsgirêka “man û nemanê” ya vî welatî û ya vê civakê tune ye, ya desthilatdariya AKP-MHP’ê heye.

AKP wêranker e!

 Îradeya gel hate xesbkirin, şaredariyên ku bi îradeya gel hatî hilbijartin, bi riya KHK’yan hatin desteserkirin. 96 şaredarî ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Nêzî 15 hezar xebatkarên şaredariyê û 300 muxtar hatin îxrackirin. 93 hevşaredar, bi sedan endamên meclise yên bajar û navçeyan, bi hezaran rêvebir, endam û xebatkarên şaredariyê hatin girtin.

Qeyûman beriya her tiştî êrîşî tabelayên Kurdî, Siryanî, Ermenî û Erebî kir. Peyker û abîdeyên Robozikê, Ugur Kaymaz û Ehmedê Xanî hilweşand. Navên Ceylan Onkol, Ekîn Ceren, Mehmed Uzun, Orhan Dogan, Tahir Elçî ji park û kolan û baxçeyan rakir û kir Tirkî. Êrîşî hemû tiştên derbarê dîrok, çand û zimanê Kurdî de kir. Pêşdibistan û kreşên Kurdî yên girêdayî şaredariyê yên wek Zarokîstan, Xalxalok û Ferzad Kemanger hatin girtin. Saziyên jinan û rêxistinên sivîl hatin girtin. Êrîşeke mezin li ser dîrok, çand, ziman, hişûbîra civakî û kelepûra Kurdî hat kirin.

 HDP, mîratgirê tecrûbeya rêveberiyên herêmî yên demokratîk e. Hêzên demokrasiyê û Kurd, di hilbijartina herêmî yên 1977-1979’an de Amed, Agirî, Batman û Fatsa jî di nav de, 10 şaredarî bi dest xistin. Lê hin şaredar hatin qetilkirin, hin jî hatin girtin.

Di hilbijartina 1999’an de HADEP’ê 37 şaredarî bi dest xist. Di hilbijartina 2004’an de hejmara wan şaredariyan bû 57. Di hilbijartina 2009’an de 99, di hilbijartina 2014’an de jî 102 şaredarî hatin bidestxistin.

 Demokrasiya herêmî bingeha siyaseta me ye

Têkoşîna demokrasî, yeksanî û azadiyê, ji herêmê dest pê dike. Li cihê ku demokrasiya herêmî tunebe, mirov nikare behsa azadî û demokrasiyê bike. Bi riya demokrasiya herêmî, gel dikare bi nasnameya xwe, bi meclis, konsey, platform, saziyên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl, beşdarî rêveberiyê bibe. Lewma rêveberiyên herêmî pirzimanî-pirzaravayî û pirçandî ne û ji bo hemû gel û baweriyan xizmeteke yeksan dimeşîne.

 DI ŞAREDARIYÊN HDP’Ê DE

* Îradeya gel û rêzgirtina hemû cudahiyan, xaleke sereke ye. Her kes dê “xizmeteke yeksan” bibîne, cudakarî dê tu carî tunebe. Tu kes nayê vederkirin. Hemû cudahî dê di rêveberiyên bajêr de bên temsîlkirin.

* Gel dê “bi xwe û rasterast” beşdarî rêveberiyê bibe. Hejmara Meclisên Bajaran, Forûmên Bajaran, Meclisên Taxan, Meclisên Gundan, Meclisên Jinan, Meclisên Ciwanan dê zêdetir bibin.

* Di her qadê jiyanê de, plansaziya rêvebirinê dê bi muxtar, endam û saziyên civaka sivîl re bê kirin û ji bo vê yekê platformên birêkûpêk û karîger dê bên avakirin. Biryar bi hev re dê bê dayîn, rêvebirin bi hev re dê bê kirin.

* Di mijarên wek Têkoşîna li Dijî Xizaniyê, Jin, Ciwan, Zarok, Ekolojî, Çand û Huner, Bihêzkirina Aboriya Herêmî, Avasazî û Bajarsazî, Veguhastin, Tendurustiya Gel, Rewşa Nivîşkanan, Kal û Pîr, Bawerî û Kêmanî de, plansaziyên stratejîk, dê bi riya forûmên bajêr bên avakirin. 

BUDCE YA GEL E, EM Ê BI GEL RE BUDCEYÊ SAZ BIKIN

 HDP, budceya beşdarvan û ya li gorî zayenda civakî avakirî, esas digire. Di şaredariyên me de hemû mezaxtin dê şefaf bin û bikaribin bên teftîşkirin.

* Em ê budceya xwe ya xizmetkariyê, bi serpereştiya saziyên civaka sivîl, meclisên gel, rêxistinên civaka demokratîk û bi hemû pêkhateyên civakê re saz bikin.

* Em parvekirin, şêwirîn û pêkvejiyanê esas digirin. Em ê piştevaniya xwarin, av, sotemenî, perwerde, veguhastin û pêdiviya înternetê ji bo gel terxan bikin. Em ê li bajaran rê li ber rantxwariyê û geşedana neyeksan bigirin û ji bo deverên xizankirî, zêdetir par terxan bikin.

EM Ê LI DIJÎ XIZANIYÊ TÊBIKOŞIN

HDP hişmendiya desthilatdariyê ya ku mirovan xizan û muhtacî alîkariyê dike, qebûl nake. Têkoşîna li dijî xizaniyê, erka sereke ya şaredariyên HDP’ê ye.

* Em ê parve bikin û torên piştevaniya civakî xurttir bikin. Em ê bi hemû pêkhateyên civakê re bi hevahengî bixebitin û Komeleyên Têkoşîna li Dijî Xizaniyê ava bikin.

* Ji bo ku bêkariyê kêmtir bike, em ê hejmara kursên pîşeyî yên derbarê jiyana karkirinê ya herêmî de zêdetir bikin. Em ê hewl bidin ku kesên îcaze ji kursan wergirtin, bikaribin kar peyda bikin.  

* Em ê hejmara seyareyên mobîl zêdetir bikin da ku bikaribin tasek xwarina germ ji xizanan re bibin. Ji bo avakirina Aşxaneyên Piştevaniyê, em ê bi hêzên civaka sivîl re hevkariyê bikin.

* Em ê hejmara Bankên Erzaqan û Cilûbergan zêdetir bikin

* Em ê xizmetkariyên wek perwerde, tendurustî, veguhastin û starbûnê ji bo komên paşwend, berdesttir û hêsantir bikin.

EM Ê BINGEHA CIVAKÎ XURT BIKIN

Di hişmendiya HDP’ê de, piştevanî û xizmetguzariya civakî ne meseleya xêr û xêratan e. Ev xizmetkariyên gelemperî ne. Bi nêrîna me, divê xizmetên wek tendurustî, perwerde, ewlehî, îstîhdam û rûniştgehan dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin.

* Em ê xizmetkariyên civakî xwemalî bikin û rêveberiya xwecihî û xizmetkariya xwecihî bi pêş bixin.

* Em ê di xizmetkariyên civakî de, parvekirin û piştevaniya gel esas bigirin. Em ê torên rêxistina civakî ya hemû pêkhateyên civakê bi pêş bixin; biryar dê bi deste pêkhateyan bên dayîn.

* Em ê bikin ku hemû welatî ji xizmetkariyên civakî sûd wergirin; yeksaniya zayenda civakî û faktora temen a welatiyan dê neyê piştguhkirin.

* Di jiyana civakî de xizmetkarî û polîtîkayên ji bo nivîşkanan, kal-pîran, zarokan, jinan, xizanan, penaberan û komên paşwend dê bên bipêşxistin.

*Ji bo bikaranîna karîger a çavkaniyên mirovî û darayî yên şaredariyên me, em ê mekanîzmayên teftîşê ava bikin.  

 EM Ê HEJMARA ŞAREDARIYÊN AZADÎXWAZIYA JINÊ ZÊDETIR BIKIN

 Di şaredariyên HDP’ê de, jin bi awayekî azad û xweser xwe rêxistin dikin. Hemû xizmetên civakî li ser esasên zayenda civakî tên dayîn.

 Em di sîstema hevserokatî û temsîla yeksan de bi biryar in

* Ji bo têkbirina hişmendiya mêrane û tekparêz a ku desthilatdarî dixwaze di rêveberiyên herêmî de cîbicî bike, em ê di hemû mekanîzmayên rêveberiya herêmî de sîstema hevserokatî û temsîla yeksan bi awayekî karîger bidomînin.

* Em ê bi hêza polîtîk û beşdarvan ya jinê, pergaleke civakî û demokratîk a li ser esasên pêwendiya yeksanparêz, ava bikin. 

* Ji bo pratîzekirina polîtîkayên derbarê jinan de, em ê Nivîsgehên Polîtîkayên Jinê û Midûriyetên Polîtîkayên Jinê cardin vekin. Em ê cardin Aboriya Jinê, Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê, Yekîneyên Perwerdeya Jinê, Jîngehên Jinê û Kooperatîfên Jinê ava bikin.

* Ji bo ku jin bikaribin bi awayekî çalaktir beşdarî rêveberiyê bibin, em ê ji jinên hilbijartî û xebatkar hejmara “meclisên jinê yên şaredariyê”, “desteyên jinê” û “komîsyonên yeksaniyê yên jin-mêran” zêdetir bikin.

* Ji bo ku budceya rêveberiya herêmî ya li ser esasên zayendiya civakî hatî avakirin bi pêş bikeve, em ê budceya jinê ava bikin da ku xebatên taybet ên jinê bi awayekî karîger bên kirin.

* Em ê xebata xwe ya “Profîla Jinê li Herêmê” cîbicî bikin da ku di xizmetkariyên herêmî de, neyeksanî û neheqî ji holê bên rakirin.

Li dijî şideta mêran, em ê li her qadê, têkoşîna xwe xurttir bikin

* Em ê şideta li ser jinan vekolin, nexşeya şidetê amade bikin û li gorî encaman her sal plansaziyan ava bikin.

* Em ê piştevaniya civakî, psîkolojîk, aborî û hiqûqî bidin hemû jinên ku rastî şidetê tên û em ê navendên jinan, jîngehên jinan û şêwirgehên jinan ava bikin da ku jin bikaribin bi hêsantir jê sûd wergirin.

EM Ê MAFÊN ZAROKAN MÎSOGER BIKIN

Mafên yeksan ji bo hemû zarokan e. Divê hemû zarok bi awayekî azad mezin bibin. Divê zarok nebin qurbaniyên perwerdeya nijadperest, zayendparêz, tekparêz û vederkirinê. Di hişmendiya HDP’ê de, divê zarok li gorî berhemdariya xwe perwerdeyeke pirzimanî-pirzaravayî, pirçandî bibînin. Divê mafê jiyaneke biewle û tendurist a zarokan bê misogerkirin. 

* Em ê navendên perwerdeyê, wargehên zarokan, atoyle, kreş, kurs, sporxane, hewzên soberiyê û havîngehan ên ku perwerdeya pirzimanî-pirzaravayî didin, vekin.

* Li dijî dokûmantên perwerdeya karbeşiya zayendparêz, em ê materyalên li ser esasên yeksaniya zayendiya civakî ava bûyî, amade bikin.

* Em ê piştgiriyê bidin saziyên civaka sivîl ên ku derbarê zarokan de xebatan dikin û bi wan re bi hevahengî bixebitin.

* Em ê mafên zarokan biparêzin û van mafan bi pêş bixin û xebat û semînerên pêşxistina hişmendiya civakî zêdetir bikin.

* Em ê Meclisên Zarokan ava bikin, zarok dê bikaribin biryarên xwe bi xwe bidin.

* Em ê “yekîneyên li dijî îstîsmara cinsî û bergiriya şideta li ser zarokan” ava bikin. Em ê bi malbatan re bi hevahengî bixebitin û rê li ber ensest û zewacên zarokên temenbiçûk bigirin.

* Li dijî belavbûna tîryak, şidet û îstîsmara zarokan, em ê atolyeyên perwerdeyê ji bo zarok û dayik-bavan saz bikin. 

* Ji bo zarokên li kolanan dijîn, ji bo zarokên karker, em ê stargehên taybet ava bikin û derfetên perwerdeyê pêk bînin.

* Ji bo zarokên bêkes û rastî şidet û îstîsmarê hatine, em ê navendên lênêrînê yên zarokan ava bikin.

* Ji bo siheta zarokan a rûhî û bedenî, ji bo dermankirina trawmayên zarokan, em ê piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk bidin zarok û malbatên wan.

* Em ê ji bo siheta ruhî û bedenî ya zarokên di girtîgehan de, bi rêxistinên civaka sivîl re hevkariyê bikin û alîkariya psîkolojîk bidin wan.

* Ji bo ku hemû zarok bêpere jê sûd wergirin, em ê navendên tendurustiyê yên zarokan vekin û li dibistan û li gundan yekîneyên tendurustiyê yên gerok ava bikin.

* Heta 18 saliya wan, em ê hemû xizmetên veguhastinê û çalakiyên çandî ji bo zarokan bêpere bikin.

EM Ê ZÊDETIR DERFETAN BIDIN CIWANAN

Li gorî hişmendiya HDP’ê, ciwan xwedîîrade û kirde ne. Li gorî HDP’ê divê perwerde, tendurustî, xwarin-vexwarin, stargeh, veguhastin, çalakiyên çandî, civakî, spor û xizmetên gelemperî divê bêpere bên dayîn. Ev mafên hemû ciwanan e û HDP van mafan misoger dike.

* Ciwan dê bikaribin dirûvê dînamîzm û xweseriya xwe bi riya Meclisên Ciwanan bidin rêveberiyên me yên herêmî. Em ê 3 mehan carekê bi ciwanan re bicivin. Ciwan dê bikaribin bibin mîmarên dîwarê xwe.

* Di her warê jiyanê de, em ê piştgiriyê bidin mafên temsîlkirin, rêxistin û têkoşînê yên ciwanan.

* Em ê hemû navendên ciwanan ên ku ji aliyê qeyûman ve hatibûn desteserkirin û veguhertin, cardin vekin.

* Ji bo îstîhdama jinên ciwan, em ê polîtîkayên taybet bi pêş bixin û wan daxilî nav proseya hilberînê bikin.

* Em ê hemû astengiyên ku rê li ber domandina perwerdeya jinên ciwan digire, yek û yek ji holê rakin.

* Ji bo ku rê li ber zewicandina jinên ciwan bigire, em ê xebatên hişmendiyê zêdetir bikin.

*Di serî de ji bo ciwanên jin û ji bo hemû ciwanên xwendekar ên zanîngehan, em ê wargeh, navendên civakî, dibistanên sporê, aşxane û cilûbergxaneyên bêpere vekin.

* Ji bo ciwanan em ê navendên sporê zêdetir bikin û kampên spora siruştê ava bikin. 

EM Ê MAFÊN HEMÛ ZÎNDEWERAN BIPARÊZIN

Di salên dawî de, bajar ji bo ajalên kolanan bûne cihên şidet û wehşetê. HDP dê xebatên xwe yên li şaredariyan li gorî Beyannameya Mafên Ajalan bimeşîne.

* Em ê li bajarên xwe cihên ajalên kolanan bi awayekî nîzamî tesbît bikin û pêdiviyên tendurustî, xwarin-vexwarin û cihên mayînê, ji bo ajalan terxan bikin.

* Em ê ji bo ajalên kolanan, stargehên tedawiyê ava bikin, xwarin-vexwarin û cihên mayînê terxan bikin da ku ajalên ku parçeyek ji sirûşta me û jîngehên me ne ji şideta mirovan bên parastin. 

* Li dijî şideta li ser ajalan, em ê bi saziyên parastina mafên ajalan re bi hevahengî bixebitin û

EM Ê EKOSÎSTEMÊN DARISTANAN BIPARÊZIN Û BI PÊŞ BIXIN

Pergala kapîtalîst, daristanên bajaran û siruştê talan dike û ruhê wan dikuje. Daristan tên şêwitandin û pêşkêşî sermayeyê tên kirin. Li dijî vê feraseta ku dibe sedema talana ekolojîk û siruştê tarûmar dike, HDP dê têkoşîna xwe bi xurttir bidomîne.

* Em nahêlin daristan, mêrg û zevî ji bo projeyên sermayeyê bên talankirin.

* Em nahêlin li ser daristanên ku hatine şewitandin, avahî bên çêkirin. Em ê wan deran cardin bi dar bikin.

* Em ê hejmara navendên hilberîna şitlan, di bin banê şaredariyan de zêdetir bikin. Em ê bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl û kooperatîfan şitlan bêpere belavî gel bikin.

* Em ê li her derê, li gorî taybetmendiya ekolojîk a wê deverê, daristanên bajêr ava bikin.

EM Ê COTKARÎ Û AJALVANIYÊ BI PÊŞ BIXIN

Li gorî hişmendiya HDP’ê divê cotkarî û ajalvaniya siruştî ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bê parastin û pêşxistin. HDP dê bi kedkarên cotkariyê û rêxistinên cotkariyê re xebatên xwe dimeşîne. 

* Em ê di bin banê şaredariyan de Midûriyetên Cotkariyê ava bikin. Ji bo pêşxistina kooperatîfên cotkariyê, em ê xebatên perwerdeyê bimeşînin. Em ê bi yekîne, rêxistinên herêmî û saziyên têkildar re konferans, komxebat, fûar, festîval û belgefîlman amade bikin û projeyên danasînê bi pêş bixin. 

* Em ê li çolteran û li gundan, aborî, tendurustî û jiyana civakî bi pêş bixin û cotkarî û ajalvaniyê teşwîq bikin.

* Em ê piştgiriya xebatên wek şîr û berhemên şîrî, mêşvanî, masîvanî, zomevanî, seravanî û şitilvaniyê bikin.

* Em ê şîrê rojane ji gund û bajaran kom bikin û bêpere neqlî kargehên şîr bikin.

* Em ê bi riya înternetê bazargehan ava bikin da ku berhemên cotkariyê rasterast bên kirrîn.

* Em ê zeviyên cotkariyê isleh bikin û wan wek qada SÎT îlan bikin.

* Em ê malên tovên herêmî ava bikin. Li wan malan em ê cureyên endemîk ên nebatan biparêzin.

* Ji bo ku ji bermayiyên zeviyan, ji fêkî-sewzeyên xerabûyî, êma ajalan û gubreya nebatan bê bidestxistin, em ê xebatan bimeşînin. Em ê êm û gubreya bidestxistî bêpere belavî cotkaran bikin.

EM Ê XIZMETÊN TENDURUSTIYÊ BÊPERE BIKIN

Li gorî HDP’ê, Mafê Tendurustiyê yê ku xwe dispêre başbûna bedenî, ruhî û civakî, mafekî esas e. Netew, dîn, fikra siyasî, rewşa civakî û aborî çi dibe bila bibe, divê hemû welatî bikaribin ji xizmetkariyên tendurustiyê yên şaredariyan bêpere û bi zimanê dayikê sûd wergirin. 

* Rêveberiyên me yên herêmî ji xwe re avakirina civakeke baş dikin armanc. Ji xwarin-vexwarinê heta rewşa jiyanî, em ê ji bo başkirina tendurustiya civakê xebatên xwe bimeşînin.

* Ji bo parastin û xizmetkariya tendurustiyê, em ê “Navendên Tendurustiya Gel û Yekîneyên Tendurustiya Gel” ava bikin.

* Em ê derbarê tendurustiya civakê de bi saziyên tendurustiyê, ode û rêxistinên civaka sivîş û sendîkayan re xebatên hevbeş bimeşînin.

* Em ê bi riya Ekîbên Tendurustiyê yên Gerok, li tax û gundan kontrolên tendurustiyê bikin, teftîşa ava vexwarinê bi pêş bixin û perwerdeyên tendurustiyê û hîjyenê bidin welatiyên xwe.

EM Ê RÊZÊ LI HEMÛ FIKR Û BAWERIYAN BIGIRIN

Li gorî hişmendiya HDP’ê mafê fikrî û bawerî yê hemû gelan û şexsan misoger e. Mafê derbirrîna fikrî, siyasî û dînî ji bo her kesî hatiye misogerkirin. HDP, xizmetkariyeke yeksan ji bo her gel û baweriyan misoger dike.

* Di şaredariyên me de, em ê xizmeteke bêpere ji navendên baweriyê yên wek Mizgeft, Cemxane, Dêr û Kinîşteyan re bikin.

* Em ê piştgiriya saziyên ku li ser bawerî, çand û hişûbîra civakî dixebitin, bikin.

* Ji bo navendên baweriyan, ku bê daxwazkirin, em ê cih terxan bikin û alîkariya restorasyon û avasaziyê bidin wan.

* Em ê xizmetên wek gorrkirinê bêpere bidin û ji bo welatiyan Şînxaneyan ava bikin.

EM Ê XIZMETÊN XWE PIRZIMANÎ-PIRZARAVAYÎ BIMEŞÎNIN

Li gorî hişmendiya şaredarvaniya HDP’ê, ji bo pêkvejiyana gelan divê hemû xizmetên şaredariyan pirzimanî-pirzaravayî û pirçandî bin. Divê li Tirkiyeyê xizmetên şaredariyan bi zimanê Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî/Kirdkî), Siryanî, Ermenî, Erebî, Lazî be.

* Em ê bikin ku hevşaredar û endamên meclisan û xebatkarên şaredariyan, zimanê xwe û zimanê herêmên xwe bizanibin.

* Em ê Midûriyetên Parastin û Pêşvebirina Zimên ava bikin û zimanê Kurdî, Siryanî, Ermenî, Erebî û yên din biparêzin û bi pêş bixin.

* Em ê berhemên çanda gelêrî vekolin û xebatên berhevkariyê yên Kurdî û zimanên din amade bikin.

* Ji bo parastina zimanên di bin zextên bişaftinê de ne, em ê lêkolînên bikaranîn û pêşvebirina zimên bikin, kursên zimên vekin û xebatên gramer û ferhengê bi pêş bixin.

* Çalakiyên nivîskî, îlan û agahdariyê yên şaredariyan, dê pirzimanî-pirzaravayî bên berdewamkirin.

* Em ê dîsa bajar, tax, kuçe, kolan û gundan pirzimanî-pirzaravayî bi nav bikin.

* Em ê tabela û panoya bi pirzimanî-pirzaravayî bi kar bînin û bidin bikaranîn.

* Di hemû xizmetkariyên çandî, hunerî, şanoyî û festîval û atolyeyan ên şaredariyan de em ê pirzimanî-pirzavayîtiyê esas bigirin.

* Em ê di kreşan de, çîrok, lîstikên zarokan ên pirzimanî-pirzaravayî ava bikin û xizmetên wek kurs, pirtûkxaneyan zêdetir bikin.

CUDAHIYA ME YA ÇANDÎ, DEWLEMENDIYA ME YE

HDP jiyaneke pirçandî û pirzimanî diparêze. Li dijî siyaseta zayendparêz, nijdperest, rasîst a desthilatdariyê, HDP çand û hunereke civakî, demokratîk û azad diparêze û ji bo wê têkoşîn dike. 

* Em ê çandxane, pirtûkxane, muzexane, galerî, sînema û şanogehan ava bikin, xizmetên çandî, bigehînin gundan û taxan.

* Em ê mekanên dîrokî û çandî biparêzin, kelepûra çandî û siruştî li gorî taybetmendiya wan restore bikin.

* Ji bo ku gel, ciwan, zarok, gundî, xwendekar, jin, karker û welatiyên me bikaribin ji xizmetên çandî û hunerî sûd wergirin, em ê xebatên xwe bi xurttir bimeşînin.

* Derbarê muzîk, şano, zanist, felsefe, ekolojî, edebiyat û polîtîkayê de, em ê atolyeyan saz bikin.

* Em ê hejmara Şanoyên Bajaran zêdetir bikin, li gund, navçe û bajaran xebatên şanoyê pêşkêşî welatiyên xwe bikin.

* Em ê bi Kurdî û bi zimanên din, çalakiyên wek lîstikên şanoyê, çîrokbêjî, wêne û muzikê bi pêş bixin.

 EM Ê POLÎTÎKAYÊN ÎSTÎHDAMÊ LI SER ESASÊN KEDÊ BI PÊŞ BIXIN

HDP, di rêveberiyên herêmî de, misogeriya kar, tendurustiya karker û ewlehiya kar esas digire. HDP piştgiriya polîtîkaya yeksaniya zayendî û mafparêziyê dike.

* Em ê azadiya rêxistinbûnê, mafê grevê û peymannameya giştî misoger bikin.

* Em ê bi riya buroyên îstîhdama taybet, karkeran hilbijêrin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî taşeroniyê berdewam bikin.

* Em ê di şaredariyan de li ser esasê “kare yeksan, destheqê yeksan” tevbigerin û ji bo têkbirina neyeksaniyê, em ê karkerên jin îstîhdam bikin.

* Di peymannameyên giştî yên bi sendîkayan re tên îmzekirin de, destûra bavbûnê û şerha şidetê dê bi cih bigire.

* Em ê xizmeta kreşê ya bêpere bidin hemû xebatkarên şaredariyê.

* Em ê ji bo hemû xebatkaran roja 21’ê Adarê bikin roja betlaneyê. 8’ê Adarê û 25’ê Adarê jî dê ji bo hemû jinan bibe roja betlaneyê.