HDP'ê banga aqlê selîmiyê li Serokwezîr kir
HDP'ê banga aqlê selîmiyê li Serokwezîr kir
HDP'ê banga aqlê selîmiyê li Serokwezîr kir
HDP'ê bersiv da daxuyaniyên Serokwezîr Davûtoglû yê digot, "Ji xwîna li kolanan biherike Demîrtaş berpirsayar e" û got, "Gotineke gelekî bi neberpirsyarî hatiye bilêvkirin e. Em Serokwezîr Davûtoglû hişyar nakin. Em banga aqlê selîmiyê li Serokwezîr dikin." HDP'ê da xuyakirin ku ew ê li dijî "Pakêta Ewlekariya Navxweyî" hem li Meclîsê hem jî li kolanan têbikoş in.
HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da daxuyaniyên Serokwezîr Davûtoglû yê digot, "Ji her xwîna li kolanan biherike Demîrtaş berpirsayar e" û got, "Gotineke gelekî bi neberpirsyarî hatiye bilêvkirin e. Em Serokwezîr Davûtoglû hişyar nakin. Em banga aqlê selîmiyê li Serokwezîr dikin."
Di daxuyaniya HDP'ê de hat gotin, "Em ê hewldanên bi vî rengî yên lînça siyasî, sûcdarî, êrîş û helwestên hedefnîşandana Hevserokê me, ti carî û bi ti awayî qebûl nekin. HDP bi hemû endam, dost û rêxistinên xwe re; bi hemû saziyên demokrasî, ked û hêzên aştiyê yên Tirkiyeyê re, wê li dû Selahattîn Demîrtaş bisekine."
HDP'ê da xuyakirin, ku mîna Hevserokê wan Demîrtaş anî ziman, ew ê hem li Meclîs hem jî li kolanan li dijî "Pakêta Ewlekariya Navxweyî" derkevin û got, "Qanûn derkeve jî, ji bo guhertina wê, em ê têkoşîna xwe ya demokratîk mezintir bikin."
'EM BI HEMAN RENGÎ TEVLÎ GOTINÊN HEVSEROKÊ XWE DIBIN'
Di dewama daxuyaniya HDP'ê de ev xal hat destnîşankirin: "Em bi heman rengî tevlî gotinên Hevserokê xwe dibin. Ev pêşnûme qanûn li gorî nêrîna me, dikare dînamîtê bixe binê pêvajoya muzakereyê. Ji ber ku qanûn hînê derketiye lê li Geverê polîsan zarokekî 18 salî qetil kirin. Eger qanûn derkeve, wê polîs gelekî bi hêsanî tevbigere. Gelên Tirkiyeyê ji bîr nekirin, ku di çalakiyên Gezî de 8 ciwan çawa hatin qetilkirin, bi deh hezaran mirov bi çi rengî rastî şîdetê hatin.
Bi bilêvkirina vê yekê re HDP ne bikaranîna molotofan teşwîk dike, ne jî talan û bikaranîna şîdetê di xwepêşandanan de qebûl dike.
Em bi heman rengî tevlî gotinên Hevserokê xwe dibin. Ewlekariya cemaweriyê girîng e, lê belê ewlekarî bi ço, gaz û zextê nabe. Ewlekarî û pergala cemaweriyê bi demokrasiyê misoger dibe. Misogerkirina pergala cemaweriyê bi zêdekirina azadiyan dibe. Mirov ne ji ber meraqê tevlî xwepêşandanan dibin, li dijî zext û neheqiyan dadikevin kolanan. Li şûna fêmkirin û guhdarîkirina li wan, eger hûn rabin bêjin 'Ez ê qetil bikim, derketina kolanê qedexe bikim' û bi vî rengî qanûnê derxe, ev yek wê encameke berevajî û dijber bi xwe re bîne. Li her devera cîhanê, di tevahiya rêveçûna dîrokê de, li dijî neheqî, zext, tank û topan leheng derketin holê, ku bi ser wan de meşiyan."
'BILA HIKÛMET HESABÊ MIRINAN BIBE'
HDP'ê mirovên di rojên 6-8'ê Cotmehê de hatin qetilkirin bibîr xist û got, "Li şûna ku HDP'ê sûcdar bike divê Serokwezîr weke hikûmeteke xwedî berpirsyarî hesabê van bide. Bila hikûmet bersivê bide, çima daxwaza me ya ji bo lêkolînkirina Komîsyonekê li Meclîsê red kir."
HDP'ê ragihand ku civîn û xwepêşandan mafekî destûra bingehîn û gerdûnî yê gel e û got, "Serokwezîr bi van daxuyaniyan re ji niha ve li xwe mukur hatiye ku ew ê şîdetê li hemberî mirovên mafê xwe yê demokratîk bikar tîne, bikar bîne û amadekariyê dike ku berpirsyariya vê jî biavêje stuyê HDP'ê."
HDP'ê bang li hikûmetê kir û got, "Eger hûn di mijara pêvajoya çareseriyê de ji dil bin, pêngava demokratîkbûyînê biavêjin, derbasî muzakereyan bibin, sererastkirinên qanûnî bikin. Her helwesteke berevajî vê, wê weke taktîkeke mijûlkirinê bê fêmkirin û neyê qebûlkirin."