HDP'ê 4'ê Mijdarê kir 'roja azadî ji hilbijartiyên girtî re'
HDP'ê 4'ê mijdarê weke 'roja azadî ji hilbijartiyên girtî re' îlan kir û xwe amade dike ku bi rêya çalakiyan balê bikişîne ser rewşa parlamenter û siyasetmedarên girtî.
HDP'ê 4'ê mijdarê weke 'roja azadî ji hilbijartiyên girtî re' îlan kir û xwe amade dike ku bi rêya çalakiyan balê bikişîne ser rewşa parlamenter û siyasetmedarên girtî.
Di salvegera yekemîn a 4'ê Mijdarê de ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê hatin girtin, wê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî bên lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de wê 4'ê Mijdarê roja girtina parlamenteran weke 'roja azadî ji hilbijartiyên girtî re' bê ragihandin û bi rêya çalakiyan bal bê kişandin ser rewşa siyasetmedarên girtî.
HDP wê di 3-4'ê Mijdarê de li hemû bajar û navçeyên lê rêxistinbûyî ye çalakiyan li dar bixe û balê bibe ser siyasetmedarên girtî.
Li gel çalakiyên li qadan, wê li Meclîsê jî li ser rewşa siyasetmedarên girtî karekî taybet bê kirin. Di vê çarçoveyê de wê bi îmzeya hemû parlamenterên HDP'yî pêşniyareke qanûnê bê kirin ji bo balê bikişînin ser rewşa parlamenterên girtî. Parlamenter wê di rûniştinên Civata Giştî de jî li ser mijarê biaxivin.