HDP dixwaze li Wanê 75 ji sedî derbas bike
HDP a ku li Wanê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de 74.82 ji sedî deng bi dest xistibû, di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dike hedef ku 75 ji sedî derbas bike.
HDP a ku li Wanê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de 74.82 ji sedî deng bi dest xistibû, di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dike hedef ku 75 ji sedî derbas bike.
Li bajarê Wanê yê ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî namzet e, ji bo 8 namzetan bişîne Meclîsê zend û bendan ba dide. AKP a ku bi 2 wekîlan razî ye, HDP bi biryar e: “AKP’ê li Wanê bike partiya tabeleyê.”
Yek ji bajarê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bi îdîa ye, Wan e. Li bajarê ku hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an 74,82 ji sedî deng bi dest xistî, rêjeya AKP’ê jî 19,38 ji sedî bû. Di ragihandina Rewşa Awarte ya 1’ê Mijarê de rêjeya dengê HDP’ê 65,5 ji sedî bû, dengê AKP’ê jî 30,0 ji sedî bû. Namzetên bajar Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî, Bedîa Ozgokçe Ertan, Mûrat Sarisaç, Muazzez Orhan, Tayîp Temel, Cengîz Çîçek, Mûkaddes Karakoç û Asûman Yelmazer hatine diyarkirin.
Li Wanê qeyûm, walî û qeymeqam weke serokê AKP’ê yên bajar kar dikin. Zext, tehîd, şantaj, destgîrkirin û girtin bê navber dom dike.
Daxwaza veguhestina sindoqan a ji aliyê walîtiya Wanê ve ya ji bo YSK’yê hate erêkirin. 224 sindoqên li Ebex, Şax, Erdîş, Westan, Peyîzava, Bêgirî, Qelqelî, Saray, Elbak û Bahçesaray biryar hate girtin ku bibin ‘herêmên bi ewle’. Sindoqên li herêmên ku dengê HDP’ê zêde ne, veguhestin gundên ku cerdevan lê ne; di vê rewşê de bandor li 50 hezar hilbijêran kirin.
Li bajarê ku sê mehên dawî êşên mezin lê hatin jiyîn, wesayîtên zirxî polîsên biçek ên li ser her kolanê hatine bicihkirin zextê li welatiyan dikin. Hema bêje hemû rê û kolan li HDP’ê hatiye qedexekirin, AKP û MHP her cihê bixwazin dikarin aktivîte û çalakî lê bikin.
ACIZIYA ALÎGIRÊN AKP’Ê YA LI SER TIFAQ BI MHP’Ê RE
Ji AKP a ku ji 8 parlemeteran dixwaze 2 parlementeran derbixîne, Osman Nûrî Gulaçar ê bi nasnameya El Qaîde tê nasîn, di rêza yekem de nîşandan û îtifaqa MHP’ê ya li gel AKP’ê hatî kirin ji aliyê alîgirên AKP’ê ve aciziyeke cidî heye. Nîşanaya herî mezin a AKP’ê ku li Wanê winda kirî ew e ku mîtînga Serokwezîr Bînalî Yildirim lidar xistî ye. Tevî ji gelek deveran welatî anîbûn jî 5 hezar kes tevlî mîtîngê bibûn.
DEDE: AKP WÊ BIBE PARTIYA TEBELEYÊ
Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, anî ziman ku Wan yek ji bajarê ku herî zêde ji siyaseta AKP’ê bandor bûye ye û got: “Bi taybet di sala 2015-2016’an de bi dehan mirovên em bê daraz hatin înfazkirin. Di vê pêvajoyê de polîsan 6 caran di ser avahiyên HDP û DBP’ê de girtin. AKP’ê li Wanê ambargoya aboriyê pêk anî. Wê ji bo wê AKP li Wanê bibe partiya tebeleyê. Ji bo pêkanîna vê jî divê her 8 perlemeterên hatine diyarkirin bi ser bikevin.”
ROJA HESAB PIRSÎNÊ
Dengdêrê HDP’ê Fûat Tûgût jî diyar kir ku wê dengdêrên Wanê wê rêjeyek zêde ya dengên heta niha didan HDP’ê wê hê zêdetir bike û got: “Gelê me di ferqa her tiştî de ye. Roja em li bendê nêz dibe. 24’ê Hezîranê ne tenê hilbijartineke, di heman demê de roja hesab pirsînê ye jî.”
JI BO DESTEKÊ BIDIM HDP’Ê HATIME
Ziyadîn Dîrek ê piştî qeyûm hate wezîfedarkirin û şûnde ji kar hatiye derxistin jî wiha got: “AKP ne tenê ziyan da min, dide her kesê. Dixwazin mirovan bi birsîbûnê terbiye bikin, me çawa heta niha stû xwar nekir, ji niha û şûnde jîxwar nakin. El li bajarên Tirkiyeyê kar dikir, ji bo piştgirî bidim HDP’ê hatime Wanê.
DIVÊ XWEDÎ LI SINDOQNA DERBIKEVIN
Sadetîn Şen jî destnîşankir ku wê HDP hilbijartinê bi ser bixe û got: “Eger em kar bikin, bikaribin welatiyan bişînin ser sindoqan û ya ji hemûyan girîngtir jî divê em xwedî li sindoqên xwe derkevin, wê demê wê ev zalim biçe.