HDP: Di 27 salan de feraseta darbekar neguherî, Kurd xurt bûn

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê derbarê darbeya 2’ê Adarê daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê feraseta darbekar a 27 sal berê temsîl dike û Kurd jî bi salan e xurt dibin.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê derbarê darbeya 2’ê Adarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev gotinên siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan hate bibîrxistin:

“(…) Hêzên ku li Tirkiyeyê lihevkirina civakî û aştiya navxweyî naxwazin bi kampanyayên şerê psîkolojîk di televîzyonên fermî yên dewletê de em bi rojan hatin teşhîrkirin. Bi komplo û senaryoyên dûrî aqilan em wekî sûcdar hatin pêşkêşkirin. Em wekî kesên divê werin lînçkirin, kirin hedef. Li ber serê me bombe teqiyan, hevalên me hatin kuştin. Dibe ku fikrên me gelekî dijber û neyê tehamulkirin be. Lê şaşî yan jî rastiya van fikran ne bi kelepçeyan bi nîqaşan dikare were zelalkirin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev gotinên Dogan 27 sal berê di 2’ê Adara 1994’an de di rûniştina pêşîn a civîna 78’emîn a meclîsê de hatibû gotin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî vê axaftinê siyasetmedarên Kurd Ahmet Turk, Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Sirri Sakik û Mahmût Alinak hatibûn girtin.

‘HEMAN FERASET DIDOME’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Vê êrîşa ku di dîrokê de wekî ‘Darbeya 2ê Adarê’ tê zanîn ji ser wê 27 sal derbas bûye. Ev axaftina 27 sal berê û atmosfera siyasî ya ku ev axaftin daye kirin jî hê jî aktuel e. Di 27 salan de nêrîna desthilatdaran a li Kurdan û nûnerên siyasî yên Kurdan tu tiştek neguheriye. Di 5 salên dawîn de tiştên anîne serê gelê Kurd û nûnerên wan her tiştî diyar dike. Girtina parlementer, hevserok û hevşaredaran, darizandinên bê hiqûqî, wezîfedarkirina qeyyûman hin mînakên darbeyê ne. Ev desthilatdarî  bi amadekariyên fezlekeyan dixwaze vê darbeyê gaveke din bibe pêş. Lê encam li holê ye, em li ser pêyan in. Têkoşîna me geş dibe û em ber bi pêşerojê ve dimeşin. 27 sal ji ber darbeya 2’ê Adara 1994’an derbas bûye, zilm û xerabiya vê feraseta riziyayî qet neguheriye lê hêvî û berxwedana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê zêdetir bûye.

Em darbeya 2’ê Adarê jî di serî de hemû darbeyên sivîl û leşkerî nalet dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê li pey aştî, demokrasî û mafên xwe bin û dev ji destkeftiyên xwe bernedin.”