HDP: Desthilat ser kuştina Tahir Elçî tarî dike

Wekîla HDP'ê Ayşe Acar Başaran got dewleta Tirk naxwaze kuştina Tahir Elçî ronî bike, dixwaze ser kuştinê tarî bike.

Berdevke Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ji bo salvegera kuştina Tahir Elçî de, ku bi destê hêzên dewletê hatibû kuştin daxuyanî da.

'LI GEL DÎMENAN JÎ..'

Başaran bi daxuyaniya nivîskî diyar kir, roja ku Tahir Elçî hatî kuştin ji bo ku delîl winda nebin li şûna ku lêkolîna cihê bûyera bihata destpêkirin şerekî çêkirî hincet hatiye nîşandan, lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin  û ev jî sebaba wê ye ku hê jî faîl nehatine dîtin.''

Başaran got, ''Derdê dewletê ne ew e ku li ser komkujiyê ronî bike, li gel çar salên ku derbas bûne jî dixwaze ser komkujiyê tarî bike''. Başaran got,''Di lêpirsînê de 2 serdozger û 4 dozger guherîne, 4 polîsên ku di dîmenan de tê dîtin ku ber bi Elçî ve guleyan direşînin di dosyayê de weke şahid hatine nîşandan.''