HDP: Destê xwe ji ser muxalîf û şoreşgeran hilînin

HDP'ê destgîrkirina ESP'yiyan şermezar kir û got, ''Li dijî polîtîkayên çewisandinê yên desthilatê em dengê xwe zêdetir derxînin.''

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkilî destgîrkirina ESP'yiyan (Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan) daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin deshilata AKP-MHP'ê dixwaze derdorên azadîxwaz û heqxwaz bi destgîrkirin û girtinan biçewisîne û muxalîfan bêdeng bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Hema hema her roj li dijî Kurd, sosyalîst, şoreşger, jin, ciwan û muxalîfan bi senaryoyên gemarî yên ku li ser maseya desthilatê hatine hazirkirin, dikine hedefa xwe'' û bi domdarî hate diyarkirin ku li dijî van polîtÎkayên çokşikandinê duh çawa li ber xwe dane îro jî wê bi têkoşîna hevpar li ser piyan bimînin.

HDP'ê bang li hikûmeta Tirk kir, got demildest, ''Destên xwe ji ser muxalîfan û şoreşgeran hilînin. Dawî li operasyona qirkirina siyasî ya derî hiqûq û derî exlaq bibînin'' û xwest ku Hevserokê HDK'ê Sedat Şenoglu û rêveberên ESP'ê zûzûka weirn berdan, bang li raya giştî û hêzên muxalîf ên civkaî kir ku li dijî van polîtîkayên çewisandinê yê desthilata Tirk dengê xwe zêdetir derxînin.