HDP: Demîrtaş vîna milyonane
HDP’ê, bersiva Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Selahattîn Demîrtaş gotibû ‘terorîst’ da.
HDP’ê, bersiva Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Selahattîn Demîrtaş gotibû ‘terorîst’ da.
Desteya Rêveberiya Navenda HDP’ê, binî xet kir ku Demîrtaş vîna milyonane, bersiva Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji bo Civîna G20’an çûbû Elmanyayê û ji bo Salahattîn Demîrtaş gotibû ‘terorîst’ da.
Daxuyaniya HDP'ê wisa ye:
“Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ê ku li Elmanyayê weke Serokkomar axivî, di daxuyaniya xwe ya li Hambûrgê da de ji bo Hevserokê me yê Giştî Demîrtaş gotiye ‘Ew terorîsteke’.
"1- Selahattin Demirtaş ne terorîst e, ew Hevserokê Giştî yê HDPê û vîna bi milyonan mirovan e. Ew parlementer e, berî niha namzetê Serokkomariyê bû û mirovekî bi rûmet e. Ew siyasetvanek e û wî bi têkoşîna xwe, bi fikir û nêrînên xwe, di dil û zêhna gelên Tirkiyeyê de cihê xwe wergirtiye û ji bo wan bûye hêvî.
2- Erdogan bi van beyanên xwe rasterast midaxaleyî darêzgeriyê dike û tesîr û zextê li dozên ku hîn encam nedane dike. Erdogan, her wiha bi awayekî aşkera gefan li Dadgeha Qanûna Bingehîn dixwe.
3- Ji bilî wê, Erdogan beriya ku Demirtaş wek “terorîst”, tawanbar dike, dibêje “Tirkiye dewleteke qanûnan” e û piştre jî dibêje “li cem me darêzgerî serbixwe ye.” Ev derew û elawatî ye.
4- Divê serokkomarek ti carî bi vî awayî neaxive, ev yek nayê qebûlkirin. Em vê gotina Erdogan şermezar û protesto dikin. Tarîx dê nîşan bide ka kî terorîst e.
5- Em ji raya giştî re beyan dikin ku em ê hesabê van gotinên bêhed û bêhisab, bi rêya siyasî û hiqûqa navneteweyî ji Serokê Giştî yê AKPê bipirsin."