HDP: Bila berpirsyarên cinayeta li Geverê bên darizandin
HDP: Bila berpirsyarên cinayeta li Geverê bên darizandin
HDP: Bila berpirsyarên cinayeta li Geverê bên darizandin
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, der barê qetilkirina Rojhat Ozdel ê ji aliyê polîsan ve, daxuyaniyek weşand û got, "Qetilkirina Rojhat Ozdel, encameke tedbîrên otorîter ên hikûmetê di bin navê 'ewlekariya cemaweriyê' de werdigire û berfirekirina erka polîs e."
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku di bin navê 'ewlekariya cemaweriyê' de sivîl tên qetilkirin. HDP'ê diyar kir, ku hêzên ewlekariyê dest li xwepêşandana gel a ji bo şermezarkirina qetilkirina Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçû werdane, bi zanebûn gule berdane Rojhat Ozdel ê 18 salî û ew qetil kirine.
HDP'ê di daxuyaniya xwe de got, "Li gorî vegotinên şahidên bûyerê, tîmên taybet ên li ser girekî 100 metre dûrî mala Ozdel gule berdane wî" û destnîşan kir, ku provokasyonên polîs û leşkeran di dema ragirtina cenazeyê Ozdel li nexweşxaneyê jî dewam kiriye. Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê da xuyakirin ku polîsan bi maşînên zirxî dor li nexweşxaneyê girtine, bombeyên gazê avêtine, fîşekên plastîk berdane hundirê nexweşxaneyê bi gotina 'eger pêwîst bi em ê heman tiştî bikin' li gelê derdorê gef xwarine û got, "Ketina hundir a parlamenterê me Esat Canan asteng kirine. Polîsan êrîşî rojnamevanên dîmen dikşandin kirine.
Walîtiyê jî li şûna tespîtkirina berpirsyaran, bi psîkolojiya sûcdariyê ketiye nava hewldana nixumandina bûyerê, îdîa kiriye ku gule li polîs hatiye reşandin û bi vî rengî hewl daye bûyerê berevajî nîşan bide.
Hêzên ewlekariyê ev demeke li Geverê di nava hewldanê tehrîkkirina gel û derxistina pevçûnan de ne. Dikandar, parêzer, karker û ciwan her tim rastî zexta polîs û tîmên taybet tên.
Hêzên ewlekariyê yên li navçeyê vî karê terorê dikin, hêzê ji polîtîkayên hikûmetê digirin. Qetilkirina Rojhilat Ozdel encameke tedbîrên otorîter ên hikûmetê di bin navê 'ewlekariya cemaweriyê' de werdigire û berfirekirina erka polîs e.
Em hikûmetê hişyar dikin, ku li dijî provokasyonên hêzên ewlekariyê tedbîrên pêwîst werbigire. Divê hikûmet baş hesab bike ku hewldanên bi vî rengî yên sivîlan hedef digirin, di nava gel de rê li ber şikestineke bi çi rengî vedike û girîng e encamên wê baş hesab bike.
Em bang li Wezîrê Karên Hundir dikin ku bi berpirsyarî rabe. Di serî de Waliyê Colemêrgê û Midûrê Emniyetê divê hemû berpirsyarên vê bûyerê tavilê ji wezîfeyê bigire, kujeran tavilê radestî dadgeriyê bike. Em ê bibin şopdarên vê bûyerê.
Em vê êrîşa duh rû da careke din bi tundî şermezar dikin. Bila rehma Xwedê li Ozdel be, ji malbat, xizmên wî, gelê Colemêrgê û tevahiya gelê me re sersaxiyê dixwazin."