HDP, beşdarî Meşa Edaletê dibe

HDP’ê, biryar da ku beşdarî Meşa Edaletê bibin. Meşvanên partiyê wê li Kandirayê maşvanan pêşwazî bike. Xwecihiyên HDP’ê jî wê beşdarî meşê bibin.

Di roja 10’an a Meşa Edaletê ya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ku ji Enqereyê destpê kirî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî biryar da ku beşdarî meşê bibin.

Meşa ku beriya niha Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) piştgiriya xwe diyar kiribû, HDP’ê jî diyar kir ku wê piştgiriyê bide meşê.

HDP’yiyan biryar girt ku di hefteya duyemîn a Meşa Edaletê de wê li Kandira ya Kocaeliyê, girseyê pêşwazî bike.

Cihê ku hatî diyarkirin, di heman demê de 20 km ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dûr e. Li gel Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag, parlementer Ferhat Encû, Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim û Besîme Konca li vê girtîgehê ne.

HDP, li gel wê ne ku heta girtîgeha Edirne ya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş lê tê ragirtin, bibmeşin.

BANGA BEŞDARIYA XURT JI BO HEVDÎTINA LI STENBOLÊ

Her wiha dîsa HDP’ê ji bo hevdîtina li Stenbolê jî biryara beşdarbûna girseyî da. Partiyê di heman demê de ji bo aktivîeyên ku dikevin çarçoveya Meşa Edaletê bang li xwecihiyan kir ku beşdar bibin.