HDP: Berpirsyarê êrişa li ser navenda me ya giştî, desthilatdarî ye

HDP'ê ragihand ku doh bi şev êriş li dijî navenda wan a giştî hatiye kirin û berpirsyarê vê jî desthilatdarî ye, ku her gavê partiya wan dike hedef.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê ragihand ku doh bi şev êrişek li dijî avahiya navenda giştî ya partiyê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Doh bi şev saet di 00:05'an de komek ji 3 êrişkaran ku hin derdoran rê li ber wan xistiye, êrişî avahiya Navenda Giştî ya partiyê kir. Weke ku ji dîmenê kamerayê tê fêhmkirin, polîsên ku li du nuqteyan ji bo parastina avahiya me wezîfedar in, li pêşiya êrişê nebûne asteng û ji êrişê re bûne alîkar. Êrişkar bi hêsanî di bin çavdêriya polîsan de êrişî avahiya partiya me kirin û hîn jî nehatine destgîrkirin. Ev yek jî nîşan dide bê armanca êrişê çi ye û ji aliyê kê ve hatiye kirin."

Têkildarî berpirsyariya êrişê jî di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gel qedexeya derketina derve, di roja yekemîn a Cejna Remezanê de ev êriş li dijî sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê hate kirin. Beprirsyar jî desthialtdarî ye ku xwe ji kaosê xwedî dike û her gavê partiya me dike hedef."