HDP: Berpirsê êrîşa nîjatperest a li ser karkeran desthilat e

Berdevkê Komîsyona Çandiniyê ya HDP'ê Ridvan Turan got berpirsê êrîşa li ser Kurdên demsalî desthilata AKP-MHP ye.

Di daxuyaniyê hate diyar kirin karkerên Kurd ku ji Amed û Mêrdînê çûbûn Afyonê bi sedema ku bi Kurdî axiftine ji wan re 'terorîst' gotine, 19'ê Tîrmeha 2021'an êrîşa nîjatperest çûye ser wan, bi qasî 50 zilam bi dijûnan, bi dar û kevirên parkeyan li Bajarokê Sultandagi Dereçîne êrîş birine ser wan, piştî êrîşê 7 kes birîndar bûne.

HDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir di êrîşê de 7 karker birîndar bûne, rakirine Nexweşxaneya Sultandagi ya Dewletê û 2 kesên birîndar hê tedawiya wan jî neqediyayî birine Emniyetê. HDP'ê her wiha diyar kir Waliyê Afyonê telefonên wan jî venekiriye û ji berpirsyariyê reviyaye.

Turan diyar kir, ''Êrîşa nîjatperest a li ser karkerên çandiniyê yên demaslî ne cara pêşî ye'' û bi domdarî got, ''Berpirsê vê êrîşa nîjatperest, ku bi rengekî sîstematîk paritya m eû gelê me kirî hedef siyaseta dubendî ya AKP-MHP'ê ye. Êrîş encama polîtîka û zimanê nefretê ye ku bi salan e li ser Kurdan tê kirin û tenê yek rengî dihebîne û tehdê li rengên din dike. Ev polîtîka dibe sedema çanda lîncê ku van salên dawî her ku diçe zêde dibe û dibe rewşeke asayî. Nexasim hin kom xwe dixin cihê otorîteya dewletê, karkerên demsalî weke ku sûcdar bin dibînin û êrîşa li ser karkerên demsalî meşrû dikin.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Em êrîşa nîjatperst şermezar dikin! Berpirsê van êrîşên wiha desthilata AKP ye. Ji bo ku rûdanên mezintir çênebin, desthilat demildest divê dev ji zimanê ku cihêtiyê dike biqere, li heremên ku karkarên çandî diçinê divê pêşî tundiya li ser wan bigire û ewlehiya wan a jiyanê biparêze.''