HDP: Ayasofya mîrateya çandî ya mirovayetiyê ye

HDP’ê nerazîbûn nîşanî vekirina Ayasofyayê da û diyar ki ku “Ayasofya ji bo HDP’ê parçeyekî mîrateya çandî ya mirovayetiyê ye. Divê ev biryar were betalkirin.”

HDP’ê derbarê biryara ku Ayasofya bû mizgeft daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî, bi îmzeya Berdevkê Komîsyona Huner, Çand û Werzîş û Polîtîkayên Perwerdeyê Sevtap Akdag hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku AKP-MHP’a ku hem li derve hem jî li hundir di polîtîkayê de tengijîne û nikarin serî bi qrîzên civakî û aborî re derxin, careke din weke rêyeke derketina ji vê tengasiyê, serî li vê lîstîka polîtîka a ser hebûnên çandî û dîrokî daye.

HDP’ê bi bîr xist ku desthlatê di demên hilbijartinanan de bi ajitasyona “Bila Ayasofya bibe mizgeft” xwestiya bandor li kesên mihafazekar bike û bi vê polîtîkayê hewl dide ku ser rastiya bêkarî û xîzaniyê bigire. Mîrateya 15 sedsalî ya Ayasofya hem ji bo Xiristiyan hem jî ji bo Misilmanan bûye perestgeheke pîroz. Ev rewş, nikare bi biryarnameyeke dewletê bê guhertin û bikevin kontrola olekê. Biryara Ayasofyayê, ji lîstika polîtîk a desthilatê û qubedetiya mîrasa çandî wêdetir tu wateyeke wê tuneye.

Ji hêla HDP’ê ve Ayasofya, parçeyek mîrateya çandî ya mirovahiyê ye. Biryara hatiye girtin di hêla dîrok û çandî de şaş e û bi hestên olî û netewperestî hatiye girtin. Divê ev biryar bê betalkirin û ji bo Ayasofyayê saziyeke derveyî dewletê bê avakirin. Divê venêrînkirina vê ji aliyê ÛNESCO’yê ve bê kirin. Ayasofya, aîdê dîrokê ye nikare weke qadeke lîstika polîtîk bê bikaranîn”