HDP: AKP darbeya sîstematîk li civakê dike

HDP'ê diyar kir qirkirina siyasî û desteserkirina şaredariyan darbeya li civakê ye û AKP ji tirsan vê dike, peyam berxwedanê da.

HDP'ê li ser desteserkirina Şaredariya Diyadînê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Vê sibehê di êrîşên destgîrkirinê de yên li Amedê û Dîlokê Hevserokê me yê Bajêr ê Dîlokê Mûsa Aydin, rêveber û endamên me, Berdevk TJA'yê Ayşe Gokkan, nûçegihan, aktivîstên têkoşîna jinan jî di nav de ji 50'î zêdetir kes hatin destgîrkirin.''

''Van kirinan, êrîşên rejîma Nazî ya li ser Yahûdiyan, sosyalîst û muxalîfan jî derbas kriiye.  Ya ku hatî kirin, li dijî hin beşên civakê yên diyar êrîşên 'qirkirina siyasî' ne'' û desteserkirina Diyadînê hate destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de ya Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê got tirsa AKP ya tinekirinê mezin dibe, ''Ev hemû tiştên ku dike destpêka dawîbûna wê ye.''

Her wiha hate gotin ew ê bi paş ve gav neavêjin û jiyana civakî ava bikin.