HDP a Kolnê bang li dengdêran kir: Dengê xwe bidin
Endamê Platforma Hilbijartinê ya HDP'ê ya Kolnê Latîf Paşahan ku 2 meh in ji bo hilbijartinê bê navber dixebite, bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin.
Endamê Platforma Hilbijartinê ya HDP'ê ya Kolnê Latîf Paşahan ku 2 meh in ji bo hilbijartinê bê navber dixebite, bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin.
Ji bo hilbijartina Serokkomarî û Parlamenteriya Serdema 27'an a li Tirkiyeyê, dengdêrên li Elmanya, Awûstûrya û Fransayê dest bi dengdanê kirin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê deng li Konsolosxaneya Tirkiyeyê tên dayin. HDP'yî bi 17 muşahîd û 5 wezîfedaran dengdanê dişopînin. Li derve jî, wezîfedarên HDP'yî ji dengdêran re dibin alîkar. Endamê Platforma Hilbijartinê ya Kolnê ya HDP'ê Latîf Paşahan yek ji wezîfedaran e. Paşahan bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Kolnê kir ku dengê xwe bidin û got, ew dixwazin di çar rojên destpêkê de encameke mezin bi dest bixin.
'DENGÊ XWE JI SIBE RE NEHÊLIN'
Latîf Paşahan bi bîr xist ku 2 meh in ew ji bo hilbijartinê dixebitin û wiha dewam kir: "Bi vê amadekariyê re girîngiya dayina dengan hate destnîşankirin. Roja destpêkê dengdan hinekî bêdeng bû. Em bang li dengdêrên HDP'ê dikin ku bên ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ji ber ku dengekî bi tenê jî gelekî girîng e. Ji bo dawî li dîktatoriya şexsekî bê anîn, divê her kes deng bide. Eger em welatekî demokratîk, azad û wekhev dixwazin, dengê me gelekî girîng e. Em vê yekê îro bidin. Em ji sibe re ya jî ji hefteya bê re nehêlin. Gelekî girîng e ku em dengê xwe tavilê bidin."