HDP: Êrîşa li Diyadînê ne tesaduf e

HDP’ê diyar kir ku êrîşa li şaredariya Diyadînê ne tesaduf e û got ku “Beriya êrîşê bi sedan polîs hatine derdora şaredariyê û ev jî diyar dike ku ev êrîş berê plana wê hatiye kirin.”

Hevberdevkê  Desteya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Aslan, têkildarî êrîşa li dijî hevşaredarên Giyadinê Evren Demîr û Betul Yaşar daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîş şermezar kir. Aslan, di daxuyaniyê de diyar kir ku îktîdara AKP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de têk çû û wiha got: "Li şaredariyên ku HDP bi ser ketine, pekanînên dijhiqûqî pêş dikevin. Naxwazin şaredarî bi pirsgirêkên gel eleqeder bibin û xizmetê bimeşînin. Herî dawî li Navçeya Giyadînê ya Agirî polîsên girêdayî îktîdara AKP'ê li avahiya şaredariyê êrîş kirine. Welatiyê bi navê Mehmet Hayrî Orûç dema ketiye avahiya şaredariyê, di nokteya lêgerînê de polîsan ew saxtî kirine û bi pêhnan li wî dane. Li ser vê rewşê Hevşaredarên me yên Giyadînê Evren Demîr û Betul Yaşar ku ketine navberê, ew jî bi heman rengî rastî êrîşa polîsan hatine. Piştî êrîşê bi sedan polîs bi jopan ketine avahiya şaredariyê û teror kirine. Polîsan ji bo vê rastiya xwe ji civakê veşêrin dest danîne ser kamerayan."

Aslan, anî ziman ku bi sedan polîsên berê li dora avahiya şaredariyê amade bûbûn nîşan dide ku ev bûyer ne tesadufî ye û ev êrîş bi bi plan û piştgiriya dewletê pêk hatiye