HDK: Xeyalê Seyîd Riza îro di berxwedana Kobanê de ye

HDK: Xeyalê Seyîd Riza îro di berxwedana Kobanê de ye

HDK’ê Seyîd Riza û hevalên wî di 77’emîn salvegera darvekirina wan de bibîranîn û got: “Xeyalê Seyîd Riza îro bi berxwedana Kobanê tê jiyîn û yên li ber xwe didin pêngav bi pêngav ber bi serkeftinê ve diçin.” HDK’ê  der barê cihên goran de daxwaz kir.

Desteya Rêveber a Navendî (MYK) a HDP’ê di daxuyaniya ku weşand de diyar kir ku Seyîd Riza û hevalên xwe di 15’ê Mijdara 1937’an de ji aliyê kesên ku komkujiya Dêrsimê pêk anîn ve hate darvekirin û hat gotin ku ji ber ku wan ji gelê Dêrsimê û gelê Kurd re pêşengî kir hatin darvekirin.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Bi vê darvekirinê xwestin berxwedana mezin bişikînin. Rêveberiya wê demê salê Seyîd Riza yê 75 salî biçûk kirin û temenê kurê wî jî mezin kir û darvekirin. Daxwaza wî ya dawî jî ev bû kurê wî li ber çavên wî darve nekin û berevajî vê ew êş bi wî dan kişandin.

HDK’ê da zanîn ku cihê gora wî ne diyar e û got ku divê demildest cihên gora wî bê aşkerakirin.

Her wiha hat diyar kirin ku baweriyên cuda yên Tirkiyeyê û hemû bindest li berxwedana dîrokî ya Seyîd Riza û hevalên wî derketine.

DI BERXWEDANA KOBANÊ DE DIJÎ

HDK’ê diyar kir ku xeyalê Seyîd Riza îro li Kobanê di berxwedanê de dijî û kesên li ber xwe didin jî pêngav bi pêngav ber bi serkeftinê ve diçin. Hat gotin ku ew careke din darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî lanet dikin û wan bi rêz bibîr tînin.”